Nûçe

HAK-PAR: ‘ Roja ala Kurdistanê pîroz be’

JI BO ÇAPEMENÎ û RAYA GISTÎ

Tistê kum iletên ciyawaz ji hev cuda dike, welat û ax,zar û ziman uperçem û ala ye.Her miletek ax û welatek xwe heye, zar û zimanek xwe û perçem û alayek xwe heye.

Al, remz û sembola miletane. Her miletek ala xwe heye.Lewra al remz û nîsana taybetmendî û cudavanîya miletane.Her alek xasyeta firqet û cudahîyek tîne ziman.Reng û fîgûr û wêne û seklên alayan piranî peyameke ji beden û pêkhatina miletan.Al her wiha hacetê nasîn û danasîna miletane jî.Al bi taybetî ji bo gelên azad û serbixwe wek perçemek nîsanê tê hisab kirin.

Ala Kurdistan, ji rengên kesk û sor û zer û spî berîteye.Li ser van xetên rengîn bi 21 tîrêj roj ( hetav) heye.Di ala Kurdistanê de her rengek wateyek xwe heye.Kesk, rengê dest û çîya û banîyên welat e, bereket xwesîye;Sor, agirê Zerdestê Kal û xwîna lehengên Kurde; Zer, azadî û ronahîye, Spî, asti, masûmîyet û rastevanîye.21 tîrêjên rojê jî,remza hetava Mezopotamyayê, ango remza Newrozê ye.

Ala Kurdan xwedî dîrokek kevn e.Ew xal û remzên di Ala Kurdistanê de henin, di hemu serhildan û buyerên netewîyên gelê Kurd de hatine bikaranîn.Dema ku tevgera Sêx Seîd destpêkir û qezaya Gumgumê ( Varto) kete destê hêzên Sêx Seîd,wê demê servanan perçemek b isê rengan li ser avahîya hikumetê çikandin ku kaso ev perçem nîsana serketina Kurd hate hesibandin.Her wiha di dema Sêx Mehmud de, di dema Ihsan Nurî Pasa de, ev perçema rengîn her tim hate bikaranîn.Helbet her qonaxek li gor xasyetên xwe ala xwe nexse kiribun.Lê wisan dabune zanîn ku ew hersek rengên jindewar remz û nîsana serketina Kurd bu.

Di sala 1946’an de, di dema damezrandina dewleta serbixwe a bi navê Komara Kurdistan a Mehebad de,serok komar Qazî Mihemmed de,Ala rengin a ku hetanî îro wek alaya Kurdistanê tê qebul kirin,cara pêsin li bircên Mahabadê hate çikandin û vê alayê Qazî jibo parastin û pejirandinê wek rumeteke bi nirx emanetê Fermanderê gistîyê hêzên Leskerîyên Kurdistanê Mela Mistefayê Berzanî kir.Ji wê rojê heta vê rojê ew alaya kivskiri û pejirandî, jibo Kurdistanîyan Alaya serketinê hate hesibandin

Di sala 1999’an de hikumeta herêma Kurdistanê, roja 17’yê meha diwazdan, yasayek derxist û vê alayê wek alaya fermi a hikumeta herêma Kurdistan pejirand.Lewraye ku her sal roja 17’yê meha diwazdan wek ‘roja alaya Kurdistan’ tê pîroz kirin.Reng û remza alaya Kurdistan ji sala 1946’an ve hatîye pesend kirin.Her wiha ev sekil û semala alaya Kurdistanê ji alîyê dewleta federal a Basurê Kurdistanê ve jî, hatiye qebul kirin.

Helbet her dezge û rêxistin û sazuman perçem û remzek xwe hene.Lê remza Kurdistanê alaya Kurdistanêye û ew bi qet sêweyek nayê guhertin.Alaya Kurdistanê yeke û hemu Kurdan temsil dike.Kes û derdorên ku vê alayê nasnekin ew xiyanetê bi welat û ax û çand û dîrok û ziman û xasyetên miletê Kurdistanê re dikin.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan, roja Alaya Kurdistanê bi dilgermî pîroz dikin.

HAK-PAR sanazî û kubarî bi Ala Kurdistanê dike.

Her bijî Ala Kurdistan

Licneya Rageyandin û Daxuyanîyan a
Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button