HAK-PAR Amed komkujiya Helebçeyê sermezar kir

Saxa Amedê ya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê bi boneya 27emîn salvegera komkujiya Helebçeyê, li ber AZC plaza ya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da û komkujiya Helebçeyê sermezar kir.
Daxuyaniya saxa Amedê yê HAK-PARê weha ye;
HELEPÇE JI BÎR NAÇE
Li basûrê Kurdistanê, bajarê Helepçe, roja 16 yê sala 1988’an, bi tevkustineke dirindehî alaya miroyetîyê serberjêr bar u bombeyên ket.Balafirên rejima fasist a Baasê,bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayîyên jehrîbar bi ser bajarê Helepçe ve barana mirinê resandin.Li encamê de, nêzîkê heft hezar Kurdê navçe hatin kustin, ji deh hezaran zêdetir kes birindar bun u pênc hezar mal u avahî hatin hilwesandin u kawil kirin.Ev tevkûjî bi navê ‘Qetlîama Helepçe’ kete dirokê. Hê j îli Helepçe birîna bedena bi dehan kesî sax nebûye.
Saddam hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî u xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re sereke tund u dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir.Rejima fasist a Baasê,bi navê ENFALê,seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kustina Kurdan berîte bu.Rejima nîjatperest Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribu gola xwînê. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kustin.Hest (8)hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin,bi dehan gund ji nexseyan xera bun,pênç (5) hezar mal hatin xera kirin. Kurdistan bi destê fasistan bu goristaneke mezin.
Sala 1988’an demek bu kû mirovayetî tevizî bu,bêdeng mabu.
Qeleçoya ( tevkustin) Helepçe ne tenê ji bo Kurda, her wiha ji bo hemu mirovayetîyê drameke mezin bu.
Rejima nîjatperest u dirinde bi dehan keçên sêwî u bêkesmahîyên Kurd bi belge u ewraqên fermî wek ‘carîye ‘ firotibu dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Misirê. Ev wehsetek bêhempa bu.
Libîre ku rejima Kemalist a Turkîyê jî,di salên 1937-38’an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersîmê ji bo tedîp kirina Kurdên Dêrsimê,dest bi tevkujîyek mezin kiribu. Balafirên Dewletê navçe bombebaran kiribun u bi deh hezaran Kurd kustibun.Rejima Kemalist aTurk jî,wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî,dabu serbazan u pênasa wan winda kiribu.
Qedera wan keçikên ku ji bo wan ‘Keçikên bindawên Dêrsimê’ tê gotin u qedera ‘ Keçên Enfalê’ her wekî hevin. Ev serma giran hê jî, li ser rûyê dewleta Turk e.
Pirsgireka Kurdan îro jî, li Iran u Suriye u Turkîyê, hê jî berdewame.Zordestî u dijwarî u tundî niha jî, li rojava u rojhilat u bakûrê Kurdistanê didome.Divê were zanîn ku ev rê u sêwazên xwindar ne çarene ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Çareserî bi rêya demokratîk u mirovî, di sertên sahisteyî, wekhevî u dadmendî de ye u lazime pirsgireka Kurdan bi astîyane were çareserkirin.
Divê , ji iro u pê ve, bas were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi sêwazek astîyane çareser nebe, astî u ewlehî nayê Rojhilata Navîn.
Iro li herêma Rojhilata Navîn,li Iraq u Suriyê, li basûr u Rojavayê Kurdistanê li himberê êrisên dirindehî u hovîtiya DAIS a terorist, hêzên servanên Kurd bi mêrxasî u patrewanî li ber xwe didin.Tekosîna servanên Kurd ne tenê ji bo parastina Kurdane, lê, ew îro li navçe berxwedanek bijare ji bo parastina mafê mirovan u serefmendîya mirovayetîyê jî didin. Servanên Kurd bi gernasî,jîyana gelên navçe jî diparêzin.Ew gelên navçe ku di wextê xwe de, desthilatdarên wan bi top u bombeyan Kurda kustibun u xwestibun ku fermana Kurda ji navçe rakin.
Ev sanazîya gelê Kurde ku servanên Kurd, di rêya parastina mafê mirovan de canê xwe ji dest didin.
Ev yek dîyardeyek giringe ku Kurd çiqas dilxwaz u bengîyê azadî u demokrasîyê ne.
Xûyaye ku îro, Kurd li Rojhilata Navîn yekemîn zamin u parêzgerê astî u ewlehîya navçene.
Sed heyf u mixabin ku Kurd hê jî, ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetîyê bêparin.Kurd ji 50 milyonan zêdetirin u li ser erd u axa xwe hê jî, wek bîyanîyan dijîn, bê dewletin u qedera wan di destê rejimên nîjatperest de ye.
Dîyare ev zilm u zordestî ta ebed namese.Çare nîne zordestên navçe, rojekî her wekî Saddam Huseyn u Kimyasal Elî, wê,werin ber dadigehê u wê hesaba kiryarên xweyên qirêj, yek bi yek bidin.Çare nîne zordestî wê hilwese.
Em wekî Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR,di serde u her wiha hemu tevkûjîyên dirinde bi tûndî sermezar dikin. Bi vê minasebetê em Halepçe careke din bibîr tînin.
Helepçe jibîr neke,nekaribe jibîr bike u nede jibîr kirin. Helepçe jibîr naçe.
Partiya Maf u Azadiyan
Serokatiya Bajarê Amedê
Dengê Kurdistan