HAK-PAR Ankara Il Örgütü Newroz’u kutladi

HAK-PAR Ankara Il Örgütü, üye ve basin mensuplarinin katildigi etkinlikle Newroz’u kutladi.
HAK-PAR’in her türlü baski ve engellemelere karsi yillarca sürdürdügü mücadelesini ayni kararlilikla büyütecegi ifade edilen kutlamada, basin açiklamasi okunup üyelerin Newroz hakkindaki konusmalari ile devam etti.
HAK-PAR Genel Baskan Yardimcisi Hasan Seseogullari tarafindan okunan basin açiklamasi :
Agirê Newrozê ji bo gelê me riya azadiyê ronahî dike
Ji roja 21ê Adarê ra merhaba, ku xeyalên gelê me yên azadîyê wek kulîlkên reng bi reng vedike.
Tu xêr hatî Newroz, ku bi agirên te dengê me ji bo azadî dest û çiyan dadigire.
Em hêvî û daxwaz dikin ku îsal agirên Newrozê bibe îsareta serketina tevgera azadîyê, ku gelê me bi sedsalan e bê westan bi rêva dibe.
Hemû Kurdên serbilind li çar koseyên dinyayê bi dil û can pistgirîya daxwaza Basûr ji bo serxwebûnê dikin.
Em hêvîdar in ku agirên Newrozê bibin mizgîniya serxwebûna Kurdistana Basûr.
Gelên Rojhilata Navîn li hisreta azadî, aramî û asitîyê ne ji ber zulm û zordestiya dewletên zordest li herêmê, ku zulma wan ji ya Dehaqê Zalim ne kêmtir e.
Em dibêjin bile Newroz bibe wesîleya azadî, demokratî, asitî û aramî.
Xûsk û birano, Newroza we Pîroz be!
Newroz cejna netewî ya Kurdan e.
Sersala me di 21ê Adarê da bi Newrozê dest pê dike.
Newroz roja jîndarbûna jiyanê ji nu va û destpêka biharê ye.
Kurdan Newroz li efsaneyan pêçan û heya îro anîn; navnîsana wê ya esasî azadî ye.
Ji ber ku Kurdan wê rojê di pêsengiya Kawayê Hesinker da kom bûn û dawiya sazûmana zordest anîn.
Li çarkoseyê welat agir dadan û mizgînîya azadîyê bi van agiran dan bihîstin.
Ne tenê Kurdan, hemû gelên din jî azad bûn, ku di bin zulma Dehaqê zalim da dinaliyan.
Ew roj 21ê Adarê ye.
Ew roj Newroz e.
Ew roj bo hemû bindest û rebanan cejn e.
Dîsa ew roj, roja ku Împaratoriya Asûr a despot ku bi destê bav û kalê me Kurdan, bi destê Medan hat ruxandin di sala 612 da Berî Zayînê, ew roj e.
Di demên borî da jî zalim tim ji Newrozê aciz bûn, tirsîn.
Tim ew qedexe kirin û xwestin bi xwînxwarî agirên Newrozê bitemirînin.
Dema ew ji destê wan nehat, vêcar cêribandin ku mesaja wê ya ji bo yekitî, pistgirî û berxwedanê ji bo azadiya bindestan biguhurin, bê mane bikin.
Hewl dan ku wan rengên Kurdî, yên dijî zulmê û bo azadîyê jê derînin û Newrozê bikin tenê cejna biharê.
Lê dîsa jî agirê Newrozê tim dilê me germ kir û tirs berda dilê zaliman. Iro jî usa ne.
Bi mîlyonan Kurdên ku îro li Kurdistana Bakur û li bajarên Navîn û Rojavayê Tirkiyê dijîn, di van rojana da agirên Newrozê dadidin, mil bi mil daxwazên xwe bilind dikin.
Asitî dixwazin.
Aramî dixwazin.
Wek milletekî mafên xwe yên bingehîn dixwazin; mafên çarenûsî, yên çandî û her wekî din
Em dixwazin Kurdî bibe zmanê perwerde û zmanê fermî.
Em azadî û demokrasî dixwazin.
Bijî Newroz!
Bijî azadî!
17.03.2018
Dengê Kurdistan