HAK-PAR: Bila berpirsiyarên BDPê pêsî li van xirabiyan bigrin

Ji bo raya gisti
Em êrisa ser otoboza me Li Konyayê sermezar dikin
Bila berpirsiyarên BDPê pêsî li van xirabiyan bigrin
Duh, 10ê Adarê ber bi êvarê li hêla Konyayê êriseke teze hat ser partiya me. Dema hevalên me bi otobosa Partiyê kar û xebata hilbijartinê dikirin, tûsî êrisa grûbeke BDPyî hatin. Wan riya otoboza me girtin û kevir avêtin.
Ev bûyer li Konya-Karatayê, li Taxa Saraçoglû pêk hat. Hevalên me van çar rojên dawî li bajarê Konyayê li qeza, gund û taxên wê geriyan, muzîka Kurdî lêdan, durujmên Partiya me bi zimanên Kurdî û Tirkî anons kirin û heya du êvarê tu xirabiyek çênebû. Xelkê bajar û gundan bi germayî pêsiwaziya hevalên me kir. La Taxa Saraçoglû jî gelek Kurd cîwar bûn ku van salên dawî ji Kurdistanê koç kiribûn hatibûn. Wan çawa muzîka Kurdî û dengê Kurdî bihîstin bi kêfxwesî hatin ba hevalan, xêrhatina wan kirin. Xort û zarok li otobosê sîwar bûn gerîn. Hevalan jî li hin ciyan peya bûn, beyanên partiyê belav kirin û bi xelkê ra sohbet kirin. Di nav hevalên me da Serokê HAK-PARê yê Bajarê Konyayê Osman Saritas jî hebû.
Lê herhal hin kes jî ji vê eleqeya germ aciz bûn. Piçek sunda grûbek BDPyî bi sê erebeyan hatin. Yek ji wan erebeyan bi sîmbol û durujmên BDP xemilandî bû. Ji erebeyan peya bûn, xwestin êrisî hevalan bikin. Hevalên me nexwestin xirabiyek çêbe û bi otobosa xwe mesiyan. Lê wan erebe dane ber pihn û kulman, kevir avêtin. Bi wê jî neman, bi erebeyên xwe bi dû otobozê ketin û xwestin riya wê bibirin. Lê bi ser neketin.
Pistî êrisa Wanê eva êrisa duwemîn e dijî Partiya me ku bi destê hevalbendên BDPê çêbû. Berpirsên BDP dijî bûyera Wanê dengê xwe dernexistin. Eger wan ew bûyer sermezar bikira va yê duduyan çênedibû.
Tistekî gelek balkês e, van rojên dawî li Rojhilata Tirkîyê, li bajarên wek Urla, Aksaray û Fethiye êrisên fasîzane tên ser BDP û HDP (Partiya BDP bi çepê Tirkan ra). Bona vê yekê BDPyî û HDPyê acizîya xwe nîsan didin, dibêjin eger hukumet pêsî li van bûyeran nagire ew jî dibe sirîkê van êrisan. Her usa jî dibêjin emê ji Konseya Ewrûpê bixwazin bila ji bo hilbijartinê çavnihêran bisîne Tirkiyê. Bas e, ew çima li himber ênisgeriya hevalên xwe dernakevin. Gelo em jî li himber êrisên wan ji Hukumeta Tirk bixwazin ku pêsî li van bûyeran bigre, yan ji Konseya Ewrûpê çavnihêran bixwazin?..
Em cardin hêvî dikin berpirsiyarên BDP û HDPê li gel van êrisan nîn in. Eger usa ye hîn ku bûyerên xiraptir çênebûne divê helwesteke zelal bigrin û van êrisan gunekar bikin. Ne usa, ew jî dibin sirîkê van êrisan û bi gotinên wan tu bawerî nabe di derheqa mafên mirovî û demokrasîyê da.
Gelek caran hatiye dîtin ku mezlûm diguhurin disibihin himberê xwe. Divê hevalên BDP vê sasîyê nekin.
Em wek HAK-PAR careke din hemû êrisên hanê ku dixwazin pêsî li kar û xebata partiyan bigrin bi xurtî rexne dikin û ji hemû kesan dixwazin ku bi berpirsiyarî hereket bikin.
Kemal Burkay
Serokê Gistî yê HAK-PARê
11 Adar 2014
Dengê Kurdistan