HAK-PAR: BÛYERA ROBOSKÎ RÛRESÎYA DEWLETÊ YE

Hêzên hewayî yên dewletê berî neh salan roja 23’yê meha Çileyê Pêsîn a sala 2011’yan, bi fermana fermandarên fermî yên dewletê 34 nistecîyên Kurd bombebaran kirin û kustin. Rayedarên dewletê gotin ku me ew kesana ‘PKK’ yî hesibandin, lewra ku ew di wê rêya ku ”PKK tê da hatûçû dike’ da derbas dibûn. Helbet ev sedem nabe hinceteke bê tawan. Hîç kesekî biaqil bi vê hincetê bawer nake. Lewraye ku dewlet raste rast sûcdar û qisûrdar e.
Ya here giring ewe ku, ev tevkûjî heta niha jî maye sergirtî. Ev çend sal in, ku buyera Roboskî yê hê jî zelal nebûye, nehatîye ronî kirin. Destên ne dîyar ew bûyera zûbizû vesartin, ew bûyera hate serpos kirin. Sedema vê yekê eskere nebûna berpirs û tawanbarên wê bûyerê ne.
Roboskî rûyê res ê dewletê ye.
Roboskî rûresîya dewletê ye.
Dewlet heta ku vê bûyerê bi tevahî ronî neke û kirdarên Roboskîyê dadige neke, sûcdar e, qisûrdar û tawanbar e.
Berpirsê Roboskî devleta Turk a kûr û tarî ye.
Eger Dewleta Turk dixwaze ku xwe ji bin vê tawanê xilas bike, divê rojek zûtir ji malbatên kustîya lêborîn bixwaze û xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Bi gef û golan, bi sirove û derewan dewlet ji berpirsîyarîya xwe nafelite.
Roboskî sermezarî û sernizmîyek serdem e.
Eskere ye ku Roboskî, dewama feraseta neyartîya miletê Kurd e. Roboskî dewama qirkirina Dêrsim, û bûyera Muglali a Ozalpê ye.
Çil sale ku, serekî qirêj û kiret di navbera herdûk hêzên çekdar da, gelê Kurdistanê bezar kirîye. Sûn û warên qedîm û hemû hêjayîyên, xwezayî, çandî û dîrokî yên mirazê vê xakê; çil sale ku di nav vî agîrî de sewitîn û kawil bûn. Kurdistan bûye çîyê agir û sewatê. Roboskî encama vê rewsê ye.
Rayedarên dewletê her tim dibêjin, ku Kurd birayê me ne, lê li gor biratîyê bi Kurda ra tevnagerin. Eger dewlet dixwaze ku ji bo xêra Kurdan tistekî bike, ne bi sêwazek kûjer û tûnd û dijwar, ne bi kustin û qetlîyam û xwîn rêtin; lê lazim e, ku sêwazek mirovî û astîyane bide pêsîya xwe. Ya bixêr ewe ku dewlet, di rêya çareserkirina pirsgireka Kurd da, rojeke zûtir dev ji sêwazên ewlekarî û kiryarên leskerî berde. Lazim e rê û sêwazeke astîyane û ramyarî were çêkirin.
Partîya Maf û Azadîyan, tevkûjîya Roboskîyê bi tûndî riswa û sermezar dike.
HAK-PAR, kustîyên bûyera Roboskîyê bi rêz û hurmet yad dike.
Roboskî nayê jibîrkirin. 28.12.2020
NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTIYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
Dengê Kurdistan