HAK-PAR çi dike ?
Îro dema em carekê li dîroka dewletan, ya rêxistinan ya kes û kesayetiyan binêrin,em ê bibînin ku çi xebatên bi bawerî, ji hev hezkirin, bi hevre û li ser asasê dostaniyê û netewebûnê kar bikin an kiribin ew kar çiqasî zehmet jî be, dê bi serkev e. Loma jî ji bona karan, berê durustî, dûre camêrî û ya din jî bi hev baweriyê kar û siyeset tê kirin. Çi dema mirov xwest karekî bike û çend hevalan bi hevre dest avêtin wî karî, wê gavê ew kar jî bi ser dikev e. Di kar û barê me yên siyasî ê kurdên bakur de heta niha bi ser neketibe jî divê em bizanibin ku kêmaniyek heye. Loma jî dema di kar de qelsî peyde bibe, divê mirov berê li rêvebir, endam û hevalbendan binêre bê ka kî çawa kar dikin, bibîne. Pistî vê jî kêmaniyên dibe bi rehetî derdikevin holê.
Ji ber vê yekê ye ku divê em bi hevre di vê dema ku hê jî ne diyar e ku kî ji bona çi kar dikin, binerin. Em bi hevre binerin ku kesên di nav kar dene gelo çiqasî ji dil û bi rastî kar dikin. Em binerin bê kî di nava karên rêxistiniyê de çiqasî berjewendî perest e û tenê ji bona xwe û malbata xwe di nava kar de cih girtine. Divê em pîvana pêsveçûyinê di kesên ku çawa kar dikin de bibînin.
Ji ber vê û li gor bîr û baweriya min, li gor zanîn û têgihistina min, li gor tecrube û serboriyên min, hapkar îro karê girîng dike. Ji bona gelê xwe li gel serokê xwe ê bi temenê xwe mezin lê bi çalakiyên xwe hê ciwan, çawa bi kuçe û kolanên bajarên welatê xwe ketine û ji bona azadiya gelê xwe dixebitin, bibînin. Çi dema mirov li vê xebata wan û li wan rêvebirin wan dinêre, mirov dibîne ku ev partî ji dil û bi bawerî ji bona gelê xwe kar dike. Heger em bersîva pirsa hakpar îro çi dike? bidin:
Kar weke HAK-PAR a îro dike, dibe. Dema te xwe bera nava xelkê xwe da, dema tu kete nav gel û bi xelkê xwe re bûye yek. Aha wê demê wê xelk jî te bibîne û wê bixwaze li gor hêz, qawet û îmkanên xwe alîkariya te bike. Ji ber ku rêxistinên me gelek caran bi xelkê xwe nebawerin û nakevin nava wan. Lê her dibêjin û gazî dikin: “Xelkê me we re ba me” Lê ji bîr dikin ku heta tu nere ba wî ew nayê ba te. Loma jî karê niha HAKPAR dike ev e. Bi xebata xwe ya nû û taze ku her roj li bajarekî dikevin nava xelkê xwe û wê xelkê wî jî wî bi tenê nehêle.
Ez weke kurdekî li biyanistanê dijîm, dema ez çav li wan rêvebirin partiyê dikevim ku çawa di nava gelê xwe de, axaftinê dikin, belavokan belav dikin, dibînin, heyecaneke min digire, salên min yên xortaniyê dixe bîra min ku dema em ciwan bûn, ma çawa di bin sert û mercên zorde kar dikir. Lê niha HAK-PAR vê li gor zagonên heyî û bi eskereyê karê ji bona azadiya gelê xwe dike. Bi vê jî hakpar roj bi roj xwe nêzîkê gelê xwe dike û heger weha dewam bikin wê bibin partiya gel.
Ji ber ku çi dema partî bû ya gel aha wê gavê gel wê xwedî li partiya ku mafê wî diparêze derkev e. Çi dema gel bi awayekî gelemperî xwedî li tistekî derket ew ê bi serkeve jî. Ev partiya ku hinan digot in ku “Vagoneke trênê danagire”, niha di nava xelkê xwe de sax veda. Bi gelê xwe re ye û roj bi roj saxê xwe di nava gel de diçîne û toximê azadiyê di nava gelde belav dike.
Ji ber vê ye ku ez bi xwe û gelekên din jî em bawerin wê êdî hakpar li gor daxwaza gelê xwe û ji bona azadiya wî kar bikin, gavên hêja bavêjin. Lê divê hakparî ji bîr neke ku dema mirov ji bona gelê xwe kar kir û ji bona mirov armanc û xebatên xwe bi gel bide zanîn divê mirov bi zamanê wî, bi wî re qise bike. Bi vê yekê mirov him zimanê sêrîn kurdiya delal ji wendabûnê azad dike, him jî mirovê bide diyarkirin ku bi zimanê gel mirov rehetir dikare xwe bighêjîne wî û merama dilê wî bêje.
Ez hêvîdarim ku ev HAK-PARa ku niha tenê armanca wê azadiya gelê wî ye û ji bona xizmeta gel heye. Wê li Kurdistanê bi zimanê wî karê xwe bimesînin û propaganda xwe jî bi kurdî bikin. Wê gavê baweriya ku ev partî bi temamî ya gelê xwe ye dê bi kes û kesayetiyan re peyde bibe..
Bi hêviya xebatên xwes, ges û bi zimanê sêrîn…
Serketina we serketina gelê kurd li bakur e.
Xebatên we ji bona azadiya gel e.
Serokê we kesayetiyekî hêja û bê hempa ye.
De kerem bikin herkes ji aliyê xwe de avê li vî agirê bi welatê me ketiye bikin.
De kerem bikin hûn jî her yek ji we berdilka HAKPARÊ bidin ser sînga xwe û ji we kê çi hat wê bikin.
Ne zêdeyî îmkanên xwe û ne jî kêmî taqata xwe bin. 03.11.2013
——————————————————-
Ji Malpera Rizgaronline
Bûbê Eser