HAK-PAR: Da ku jin mafên xwe bistînin û azad bin, divê rêz bin

8ê Adarê, Roja Jinan li Dinyayê
Sala 1957, di 8ê Adarê da li Amêrika, Bajarê New Yorkê karkerên cawçêkir ji bo rewseke bastir ji bo kar-xebatê dest bi çalakiyekê kirin, lê polêz êris kir û 129 karker di vê bûyerê da jiyana xwe winda kirin, piraniya wan jin bûn. Pistra ev roj bu roja jinan li dinyayê û heya îro roja berxwedanê ye bo jinan. Heya ku jin hemû mafên xwe bistînin û bi temamî azad bin wê her hebe.
Ev roj li Tirkîyê cara pêsin di sala 1921 da hat pîrozkirin, di sala 1975 da jin daketine kûçe û kolanan. Pistî derba fasist a 1980 çar sal qedexe bû.
Li Tirkîyê jin di hemû warên jiyanê da sunda mane, li pês wan gelek asteng hene. Hejmara jinan di parlamenê da %15 ye, di meclisa gistî a bajaran da %3,2 ye. Para wan di warê kar û xebatê da (wek karker) %27 e. Ev reqem bi nîsbet li temamiya dinyayê gelek hindik in.
Di dema me da zordestiya dijî jinan li dinyayê gelek fireh e, lê curmekî gelek bi kêm ceza ye. Jinan mecbûr dikin ji bo fahîsetiyê, ew dibin hedefa êrisên cinsî, ew dibin hedefa êris û heqeretan. Mêrên nav malê, ango mêrê wan, bav û bira wan piçûk dibînin. Ji bo ku ew rewsa hanê biguhure, divê jin rêz bin, destê xwe bidin hevdu. Da ku li mal, li kûçe, li ciyê kar ew bi mêran ra wek hev bin, azad bin, divê ew serê xwe li himber van neheqiyan daneynin û ber xwe bidin. Heya ku jin serê xwe li ber mêran xar bikin, ewên serdest dev ji hukma xwe bernadin û ji wekheviyê ra razî nabin.
Rewsa jinên Kurd hîn xirabtir e. Ji ber ku Kurd ji maf û azadiyên netewî bêpar in, him di warê cinsî, him jî netewî da li jinên Kurd neheqî dibe. Her usa jin, di ser da gelek eza û cefa dikisînin, dibin hedefa êrisên cinsî, gelek caran ji ber adetên kevn, ji ber mesela namûsê têne kustin. Hejmara jinên Kurd di warê xwendin û nivîsandinê da, her usa di warê kar da gelek kêmtir e.
Da ku jin mafên xwe bistînin û azad bin, divê rêz bin, bi rêxistin bin û ber xwe bidin.
Azadiya jinan bi destê wan e.
Ayse Çelik
Cîgirê Serokê Gistî
Dengê Kurdistan