HAK-PAR; DANEZANA HILBIJARTINÊN 24ê HEZÎRANÊ
Di hilbijartina Serokkomarîyê de dengê xwe vala bavêje sandoqê, protesto bike,!
DI HILBIJARTINA PARLAMENTOYÊ DE WEKÎLÊN SERBIXWE YÊN KURD Û WELATPARÊZ HILBIJÊRE!
Hilbijartinên serokkomar û wekîlên gel ku divîyabû di mijdara 2019’an de bihatana çêkirin, bi biryareke bi lez û bez ev tarîx hat pêsxistin bû 24ê hezirana 2018’an.
Tirkîye di rewseke awerte de diçe hilbijartineke ‘îcbarkirî’.
Herçend bi usûlên ne huqûqî mafê besdarbûnê jê hatiye stendinê jî, HAK-PAR dê xwe nede alîyekî, dê midaxale bike.
HAK-PAR, bêyî ku bibe dûvika tu partî yan jî blokekê, dê li hember polîtîkayên dijî kurdan bisekine, bibe parêzerê daxwazên gelê me û bi namzedên xwe yên serbixwe ve besdarî hilbijartinan bibe.
Gelê me yê qedirbilind;
Partîyên ku di hilbijartinên 1ê Mijdarê de ketin parlamentoyê, çi wek hukumet û çi jî wek muxalefet, wan di dewra çûyî de tu pirseke civakê çareser nekirin, sîyaseta rikberî û dijîtîyê tûjtir kirin. Niha jî pirsên aborî û sîyasî yên ku ew bi xwe bûne sebeb, davêjin stuyê hev û fatûra wê ji gel re dinivîsin.
Sozên ku wan sê sal berê dabûn çi lê hat?
‘Demokrasî’ gotin, Tirkîye di vê dewrê de anîn ber derîyê derbeyeke eskerî ya xwînrêj.
”Astî” gotin, bajarên me kirin cihê ser û kavilkirinê. Têrê nekir; referandûma Kurdistana Basûr kirin mane tankên xwe ajotin ser sînor; lesker sandin ser Afrînê, bi kustina 4 hezar kesan ve pesnê xwe dan.
Hîç welatek nemaye îro ku Tirkîye pê re pêwendîyên xwe xirab nekiye.
Niha jî, Tirkîyê bi rejimeke awerte, bi biryarnameyên hukmê yasayî tê îdarekirin.
”Azadî’ gotin; Tirkîye kirine wek girtîgeheke mezin…
Her kî devê xwe veke, her kî bibe muxalîf; nivîskar, rojnamevan, parlamenter, serokên sarederîyan, serokên partîytan, xwendekar, karsaz, karyarên medya sosyal, ferq nake, digrin û davêjne hevsê.
Gelê me yê hêja!
Ji wan partî û sîyasetmedarên ku di wextê de pirsgirêkên gel û welat çareser nakin, serda lê zêdetir dikin, hesab bipirse!
Ji derew û lîstikên wan partîyên ku li dû xwe wêran kirinê, hêstirên çavan û feqîrîyê dihêlin, bêje bese!
Gotin ‘refah’ jimara kesên bê kar gîhîste sê mîlyon û nîv û ev jimar her diçe zêdetir dibe. Jimara hevwelatîyên ku li ser sînorê feqîrîyê ne, ji mîlyonan derbastir bûye. Ewan li ser parvekirina cihên rantê yên merkezî û herêmî serê hev dikin. Pirsên esasî yên heyî çaresernakin, gel li dijî hev derdixin, pevçûn û rikberîyê xurt dikin.
Dema sandoq tên danîn, bêî ku serm û fedî bikin, careke din ji we dengan dixwazin.
Yên ku di berdewamkirina sazûmana yekperest û uniter de israr dikin bavêje rexekî, ew hertim xwe dispêrin îdeolojîya resmî ya ku naxwaze pir etnîkî û pir çandîtîya civaka Tirkîyê bibîne û bi sêwazên totalîter zemînê ji bo pevçûn û siddetê amade dike.
Li alîyê din, ew ên ku berî hilbijartinan bang dikin dibêjin; ‘Dengê xwe bidin astî’yê ‘ û pistî ku dengên we distînin, ser û belayê tînin ser bajarên Kurdan, derên ku çavkanîyên welatparêzîyê ne, bi danîna barîkat û xendekan xirabe û kavil dikin, bi teqandina bombeyan li navendên bajaran dibin sedemê kustin û birîndarkirina bi sedan kesên sîvîl, felçkirina aborîya herêmê, koçberkirina kurdan, ku bi sedhezaran kes cih û warên xwe terk dikin û dikevin halê penaberîyê; li dijî hewldanên serxebûna Kurdistana Basûr; ciwanên Kurdan di ber dewletên kolonyalîst Îran, Îraq û Surîyê û welatên emperyalîst de disînin mirinê, çepgerên Tirk ên Kemalîst wek nûnerên Kurdan tayîn dikin û yên ku ji vê yekê re bêdeng dimînin, destegê didin wan, ji van re jî bêje ÊDÎ BESE!
DENGÊ XWE BIDE NAMZEDÊN SERBIXWE YÊN KURD Û WELATPARÊZ!
Ji bo mehkumkirina polîtîkayên neçareserîkirinê yên partîyên rantxur û parastina doza xwe ya heq wekîlên xwe yên rasteqîn bisîne meclîsê…
Bi raya me pirsên Tirkîyê pirsên sêwesazîyê ne, bi avakirineke ji nû ve hemû pirs dikarin bi awayekî rast û durust bên çareserkirin.
Bona vê yekê daxwaz û pêsniyaza me ew e ku, sîstema îdarî bi sêweyê federalî ji nû ve bê sazkirin.
KOMARA FEDERAL
Sîstemên federal, ew formên îdarî û siyasî ne ku li cografyayên pir-milletî de gel û komên etnîkî di nav wekhevî azadîyê de dijîn. Îro hema bêje nîvê dewletên dinyayê bi sîstemên federalî tên îdarekirin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA-USA), Rusya, Belçîka, Kanada, Swîsra, Almanya, Hîndîstan, Afrîka Basûr û gelek welatên din sîstema federalî pejirandine.
Komara Tirkîyê jî, pirsgirên xwe yên ku ji roja avabûna xwe heta nuha çareser nekirîye, pirsa Kurd di serî de, hemû pirsên din dikare di sîstemeke ademî-merkezî wek federasyon de çareser bike. Divê Tirkîye li gor rastîyên xwe yên pir-zimanî, pir-çandî, pir-netewî bi formeke îdarî ya nû; bi sêweyê federalî ji nûve bê sazkirin.
Di serî de herêma ku Kurd lê piranî ne, derên ku cudahî lê hene sazîyên federe bên avakirin. HAK-PAR li ser vî bingehê parvekirina desthilatdarîya îdarî û sîyasî rast dibîne û ew yekane partî ye ku çareserîya federal pêsniyaz dike.
Divê Tirkîye derbasî sîstema federal be.
PIRSA KURD
Pistî hilwesîna dewleta Osmanî ku dewleteke pir-netewî, pir-zimanî bû, di wê de gelek komên cuda yên etnîkî çandî û bawerîyên olî pêkve dijîyan, Komara Tirkîyê bi paradîgma yek millet, yek ziman, yek al wek dewleteke unîter hat avakirin, ji destpêkê heta îro pirsgirêka wê ya here muhîm pirsa Kurd e.
Bi yasaya bingehîn ya 1924’an, dewleteke li ser hîmê qewmîyeta Tirk, merkezîbûneke dest-hisk, unîter û nijadperest hat damezrandin.
Bi vî awayî hemû maf û azadîyên Kurdan ên bingehîn, mafê wan ê xwe îdarekirinê li welatê xwe hat çopandin. Hemû îtîrazên ku li dijî vê zihnîyeta yekperestîyê çêbûn, berxwedan û serhildanên ku rûdan, bi qetlîmên mezin, di dereca jenosîtê de hatin vemirandin. Zulm û zordestî li ser Kurdan bê navbir dewamkir. Ji wê rojê heta nuha dewletê hertim hewldan ku Kurdistanê bi Mufetisîyên Umûmî, Îdareyên Urfî, Rejimên Rewsên Awerte îdare bikin. Dadgehên Îstiklalê, Planên îslahata Kurdistanê (Sark Islahat Planlari), qanûnên Îskana Mecbûrî, bi valakirina gundan Kurd bi girseyî ji welatê xwe hatin koçberkirin, ew sandin bajarên rojava, derên dûr. Bi cînayetên bi destê hêz û yekîneyên paramilîter Kurdistan hertim di rewsa ser de hat hîstin.
Di bingehê Pirsa Kurd de, sebeb polîtîkayên dewletê yên yekperest, înkarker û zordest in.
Esasen ev polîtîkayên sîddetê û zordestîyê ne, ku Pirsa Kurd li Tirkîyê nayê çareserkirin, demokrasî bi pêsda naçe û nabe sazende, li ser hev derbeyên eskerî çêdibin, îdareyên urfî û rewsên awarte tên çespandin.
Sebebên ku pêvajoyên trajîk li Rojhilata Navîn derdikevin holê, li ber çavan e; ew jî ev e ku civakên vê herêmê amûrên demokratîk û metodên heqanîyetê bi kar naynin û loma jî nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Çareserîkirina pirsan, ji wan ên ku hebûna xwe di dijayetîya Kurdan de dibînin, nayê hêvîkirin.
HAK-PAR, berî ku pirsgirêkên îro heyî di demên pêsde bibin sedemê encamên felaketekê, ji bo çareserîyê, li Tirkîyê sazkirina Federalîyê pêsniyaz dike û ji bo dixebite.
ÇARESERKIRINA PIRSÊ, BI NASKIRINA MAFÊN KURDAN ÊN BINGEHÎN VE GIRÊDAYÎ YE
Divê Kurdi ji bîr nekin, ku desthilatdar û muxalefet hemû bi hevre çawa li dijî Kurdistana Basûr û Rojava tewrên dijminatîyê, gotinên nijadperest û nefretê nîsan didan.
Kurd divê destegê bidine dînamîkên xwe yên sîyasî; nedine partîyên sazûmanê.
Bi vî awayî dersekê bidine wan yên ku Kurdan tune dihesibînin, zihnîyeta ku dixwaze welat bi yek rengekî boyax bike û partîyên dûzenê ku li gor vê zihnîyetê tevdigerin mehkûm bike.
Divê zimanê Kurdî di gel zimanê Tirkî bê qebûlkirin wek zimanê resmî; ji mekteba sereta bigre heta zankoyê di mekteban de bête xwendin û di warê kamu de bi serbestî bê karanîn.
Em wek HAK-PAR, dema ku perwerda zimanê zikmakî li Tirkîyê diparêzin, di eynî demê de ji bo hemû civakên li vê cografyayê bi komasî hene, wek Ereb, Laz, Çerkez û yên din jî pêwîst dibînin.
AZADÎYA BAWERÎYAN Û PIRSA ALEWÎYAN
Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku dewlet dev ji ravekirina Alewîtîyê ya li gor têgeha xwe terk bike.
Hemû mafên rewa yên Alewîyan bête dayîn û di vî warî de çi daxwazên wan hene rojekê zûtir bên pêkanîn.
Mafê herkesî heye ku dînê xwe fêrbe, li gor pêwîstîyên wê tevbigere û bijî. Divê vî mafê xwe bi serbestî bijî. Erkê dewleta laîk e ku bê ku ferq û cudahîyê têke navberê, ji wan re îmkanan pêskês bike.
Em wek HAK-PAR laîktî û azadîya bawerîyê a bi vî rengî diparêzin.
SÎYASETA DERVE DIVÊ BI RÊZGIRTINA HEVDU Û PÊWENDÎYÊN ASTÎYANE BE
Dewleta Tirkîyê, di serî de Îran, Iraq, Surîye, DYA (USA), YA (EU) û Rûsya, bi hemû dewletên cîhanê re di navenda pêwendîyên xwe de dijayetîya Kurdan danîye. Divê dest ji vê sîyaseta sas berde.
Pêwîst e Tirkîye, hem li hundir pirsa Kurd bi sêwazên hevçax û medenî çareser bike, hem jî bi Kurdên nav sînorê dewletên cîran, Îran, Iraq û Surîyê re pêwendîyên bas deyne û pêsde bibe.
Divê destkeftîyên mesrû yên Kurdan li herêmê ji bo xwe wek pirsa beka nebîne, bi tirsa ‘parçebûnê’ tevnegere.
Danûstendinên Tirkîyê bi Yûnanîstanê re jî, bi Yekîtîya Ewropayê re jî, bi DYA re jî bas namese.
Divê Tirkîye di serî de bi Kurdistana Basûr û Kurdên Kurdista Surîyê re û bi cîranên xwe re pêwendîyên cîrantîyê ên bas çêke; li mafên wan re rêz bigre li gor normên civaka navnetewî tevbigere.
ENDAMETÎYA YEKÎTÎYA EWROPA (YE)
Em wek HAK-PAR pistgirîyê li endambûna Tirkîyê di Yekîtîya Ewropa (YE) dikin û dixwazin rojekê zûtir pêkbê. Ji bona vê gereke Tirkîye rojekê zûtir reformên pêwîst temam bike, sertên endambûna YE bi cih bîne.
YASAYEKE BINGEHÎN YA DEMOKRATÎK SERT E
Yasaya bingehîn a Komara Tirkîyê, pistî 37 salên derbasbûyî hîna jî rêçên cûnta eskerî û ruhê wê diparêze.
Em wek HAK-PAR dixwazin yasayeke bingehîn li gor realîteya heyî ya Tirkîyê, ango ya pir-netewî û pir-çandî ji nûve bête çêkirin.
Divê ev yasaya bingehîn zemînê çêkirina sazûmaneke federal, demokrasîyeke di standartên YE de, ya pir rengî, pir pesdarî amade bike.
Pêwîst e kirîterên Kopenhaginê bên bicîhkirin.
Divê li gor Sertê Komîsyona Venedîkê hemû partîyên sîyasî, komelên ku xwe ji sîddetê dûr digrin bên avakirin, di jîyana sîyasî û sîvîl de bikarin cihê xwe bigrin.
Divê Yasaya Partîyên Sîyasî, Yasaya Hilbijartinê bête demokratîzekirin; baraja hilbijartinê bi temamî ji holê bête rakirin, her partîyek bikare li gor rêjeya dengên wergirtî li parlamentoyê bête temsîlkirin û li gor dengên xwe ji xezîneyê alîkarîyê bistîne. Yasaya Cezayê li gor normên heqanîyetê bên guhartin. Yasaya serê bi terorê re bê tunekirin.
PIRSA JINAN
Em jî terefdar in ku, li gor peymana ku di Yekitîya Milletan de hatîye qebûlkirin û Tirkîyê jî pejirandîye, ango pêsîlêgirtina her cure asteng û ferqîyetên li hember jinan rûdidin, li welatê me jî hemû astengên ku rê li ber besdarîya jinan di jiyana sîyasî û civakî de digrin, ji holê bên rakirin.
HAK-PAR li dijî newekhevî û mekanîzmayên ku her roj ji nû ve ji alîyê dezgehê serdest ê mêran tên afirandin dê micadele bike.
MAFÊN KARKER Û ZEHMETKÊSAN
Em ê hemû mafên zehmetkêsan yên ku di peymanên navnetewî de jî hatine mîsogerkirin, bi cih bikin, asteng û barîyerên li hember rêzbûn (organîzebûn) a karker û zehmetkêsan hildin.
Em ê wek HAK-PAR ji bo ku mafên karkeran, ewlebûna jîyana wan derkeve ser dereca standartên hevçax bixebitin.
Kêmtirîn muçe (asgari ücret) di civakekê de pîvaneke xirab a keda mirov e. HAK-PAR dê ferqa navbera tam-muçe û kêmtirîn-muçeyê da ji holê rake, keda wek hev muçeya wek hev, li gor berjewendîya hemû zehmetkêsan tedpîq bike.
HAK-PAR dê derveyî sektorên ku di çarçova perwerdekirina meslekî de, xebitandina zarokan qedexe bike, di vî warî de mekanizmeke kontrolê pêkbîne.
REWSA ASTENGÎNAN
HAK-PAR dê ji bo tedbîqkirina standartên navnetewî di rews û hoyên hevwelatîyên astengîn bixebite, malbatan, derûdor û civakê di vî warî de perwede û zana bike. Dê mekanîzmayên teftîsê bi taybetî pêkbîne daku kesên astengîn bisopîne, biparêze.
JÎNGEH Û SIRUST
HAK-PAR giringîyê dide pêsxistina zanyarîya derheqa sirust (tabiat) û jîngehê (çevre) de. Di vî warî de ango ji bo bilindkirina siûra jîngehparazîyê dê bi grupên jîngehparêz re tevayî projeyan amade bike, bibe hevkar, pistgirîya xwe pêskêsî wan bike.
BAJAR Û JÎYAN
HAK-PAR dê bajar û herêmên nûjen û modern avabike bêî ku derdor û tebîetê xirab bike, zerarê bide hijayîyên aborî. Ji bo parastina jîngehê dê bi dezgeh û sazîyên jîngehparêz re tevayî projeyan pêkbîne, di nav gel de zanyarîya parastina bajar û jîngehê pêsde bibe.
ABORÎ Û PÊSXISTINA ABORÎYÊ
Pêsketina aborîyê (ekonomî) bi bernamekirinên bi îstîkrar, bi zanebûn karanîna çavkanîyên aborî ve girêdayî ye. Em di wê bawerîyê de ne ku, pêsketina aborîyê bi pêkanîna jîyaneke civakî ya bi astî, aramî û ewlebûnê dikare pêk bê. Divê çareserkirina pirsên hundir û derve ne bi amûrên ser, lê bi rê û amûrên astîyane pêkbên. Ne ku çavkanî ji bo çek û sîlahan, ser û operasyonan, xurtkirina çerxa mîlîtarîst bên serfkirin.
HAK-PAR dê çavkanîyên aborî û jîngehê ne ji bo tang, topan, gulle û bombeyan, lê ji bo hilbirîn (üretim) û pêsdebirina aborîyê serf bike.
BÊKARÎ Û FEQÎRÎ
Li Tirkîyê, di navbera herêman de, ferqên gelek mezin di dengeya aborî û hatinîyan de hene. Ferq her diçin kûrtir dibin û civak roj bi roj berbi feqîrîyê ve diçin. Yek ji encamên vê rewsê, bêkarî ye. Feqîrî û bêkarî ji hevdu dizên. Serê qirêj di nav salan de li Kurdistanê aborî temamen herifandîye, bingehên wê ên tabiî wek xwedîkirina pez û dewaran û çandinî hatîye ber sînorê nemanê. Li vêderê bêkarî û feqîrêyê bêhna gelê me çikandîye. Gund û mezra, heta bajarên herêmê ji ber sîddetê, ji ber mehsûrîyeta aborî vala dibin, bi sedhezaran kes ji bo nanê devê xwe peyda bikin ji cih û warên xwe koç dikin diçin rojavayê Tirkîyê. Sermayeya zeif û kêm ya heyî jî Kurdistanê terk dike û kirîye.
Ew rewseke gelek xeter e, nikare weha dom bike.
HAK-PAR, ji xwe re dike armanc ku ji bo dîtina rê û çareyên rakirina bêkarî û feqîrîya li herêmê bibîne. Divê bêdengebûna aborî ya di navbera herêman de ji holê bê rakirin, ku ev jî bi zêdekirina çavkanîyên aborî yên taybet, bi tedbîqkirina bernameyên taybet mumkun e. Ev hedefeke sereke ya HAK-PARÊ ye.
Li Kurdistanê li gelek deveran gund û mezra ji ber serê qirêj hatine valakirin, erdên neçandî gelek e. Ji bo ku xelkê van deveran dîsa vegerin ser erdên xwe, gundên xwe, tedbîrên aborî û civakî yên taybet pêwîst in. HAK-PAR dê ji bo realîzekirina vê yekê bixebite.
Tirkîye dewleta burokrasîya sîvîl-eskerî ye.
Ev çerxa qerase ya burokrasîyê, ya bêkêr, ya ku tu afrandineke wê tune û serda bi sêweyekî wisa dizvire ku çavkanîyên aborî yê welat xilas dike.
HAK-PAR dê burokrasîyê biguherîne daku bêtir ji bo di xizmeta gel kar bike.
HAK-PAR SÊWEYEKÎ NÛ YÊ SÎYASETÊ DIPARÊZE
HAK-PAR bawer dike ku pirsgirêk dikarin bi rîya dîyalogê bên çareserkirin; her dîyalogek dikare bi xwe re îmkanekê lihevkirineke peyda bike.
Tu pirs bi rîya sîddetê û pevçûnê nayê çareserkirin.
Em terefdarê wê yekê ne ku pirs bi metodên astîyane bên çareserkirin, ne ku bi sîddet û pevçûnan.
Em terzekî nû yê siyasetê didin ber xwe û bawer dikin ku gel dê vî terzî bipejirîne, me hembêz bike, û em ê pêkve jîyaneke azad, astîyane, aram û bi rûmet avabikin.
Gelî hevwelatîyên hêja,
HAK-PAR, ku ji bo azadî demokrasî û asitîyê têdikose, bi namzedên xwe yên serbixwe besdarî hilbijartinên 24ê Hezîranê dibe.
Em bangî we dikin ku hûn pistgirîyê bidine namzedên serbixwe yên welatparêz û Kurd;
HAK-PAR DIBÊJE;
-POLÎTÎKAYÊN DIJÎ KURDAN, DIJÎ DEMOKRASÎYÊ MEHKÛM BIKE!
-YÊN KU FEYDA XWE DI NEÇARESERKIRIN Û SÎDDETÊ DE DIBÎNIN CEZA BIKE!
-PISTGIRÎYÊ BIDE NAMZEDÊN SERBIXWE YÊN KURD Û WELATPERWER!
Dengê Kurdistan