HAK-PAR di cejna L’HUMANITE da

W.Licî
/ Paris
Partîya Maf û Azadîyan/HAK-PAR, cara yekê, besdarê cejna L’Humanité bû.
Ev cejn 87 sal in ji alîyê PCF-Partîya Komunîst a Fransê tê amadekirin û her sal bi sed hezaran kes, sê rojan, vê cejnê pîroz dikin, hez û partîyên çep, pêsverû, demokrat ên fransiz û bîyanî kom dibin, hev nas dikin, bi rîya panel û seredanan, bîr û ramanên xwe vedugehezin. Her wiha, hunermendên fransiz û bîyanî, di vê cejna festîwalî da, bi dans û muzîkên xwe sahîyan gestir dikin.
Li dora 550.000 kes tevlî cejna îsalîn ku 15-16-17 îlonê da hatibû organîzekirin, besdar bûn. Sekreterê Partîya Komunîst a Fransiz Pierre Laurent di axaftina dawîn a cejnê da got « ev kombûna mezin bûye dijbereya herî xurt li hember polîtîkayên Macron. Divê hêzên çep bi hevkarîyeka xurttir, bi awayekî kolektîf tevbigerin da ku sîyaseta hukumeta Macron a li dij karkir û xebatkaran roj bi roj xirabtir dibe, têk bibin. »
Endamên HAK-PAR li Fransê, berî cejnê dest bi xebatan kir û standa xwe bi alayên Kurdistanê xemilandin. Flama û alayên HAK-PAR bi dirûsma Federalî bo Kurdistanê,Demokrasî bo Tirkîyê bala besdaran dikisand. Xort û ciwanên HAK-PARê ji bo nasandina HAK-PAR û sîyaseta wê, beyan û brosur ên bi zimanê fransizî hatibû nivîsin, belav kirin. Li ser navê ciwanên HAK-PARê H.Yilmaz TEMEL jî seredena saxê ciwanan a PCF kir,her wiha, bi wekîlan ra danûstendin kir, bi wan ra pêwendî danî.
Danezana çapemenîyê ku bi sernivîsa « Em mesa ber bi serxwebûnê silav dikin » ji alîyê Meclîsa HAK-PARê di 11ê îlonê da hatibû nivîsin, bi zimanê fransizî li gelek standan hatin belavkirin.
JI standên bîyanî jî sande hatin standa HAK-PARê û agahî derbarê rewsa rapirsîn û serxwebûna Kurdistana basûr wergirtin.
Kek Xosro Abdullahî ji PDK-Iran seredana standa HAK-PARê kir û pistevanîya partîya xwe bi HAK-PARê ra dîyar kir.
Hêjayê gotinê ye ku, bi piranî xort û ciwan di konê HAK-PARê da, sê rojan, bê westan tevlî xebatê bûn û ev cejn bi serfirazî hat pîrozkirin.
Dengê Kurdistan