HAK-PAR di roja sêyemîn a xebatên hilbijartinê de li Rihayê ye

Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Düzgün Kaplan, namzetên parlamenteriyê yên Rihayê û heyeta pê re li Rihayê bi gel re hatin cem hev.
Li avahiya Serokatiya Parêzgeha HAK-PARê ya Rihayê bi besdariya Serokê Gistî Düzgün Kaplan bi Serokê Parêzgehê Ahmet Çaliskan û rêvebirên parêzgehê re civînek hat lidarxistin. Li ser xebatên hilbijartinê komîsyonek hat avakirin û wezîfedarkirin.
Pistî civînê, serok Düzgün Kaplan li avahiya parêzgehê bi nûnerên ENKSê re civînek li dar xist. Pistî civînê nûnerên ENKSê di xebatên hilbijartinê de serkeftin xwestin.
Pistre jî serok û endamên partiyê yên pê re derketin qadan, belavokên hilbijartinê û brosurên namzetan li gel û esnafan belav kirin. Eleqeya ji HAK-PARê ya Rihayê re balkês bû. Bi taybetî jî eleqe û kelecana ciwanan bû sedem ku xebatên hilbijartinê di atmosfereke bi cos û erênî de derbas bibe.
19 Adar 2023
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê
Dengê Kurdistan