HAK-PAR: DIVÊ DEWLET ÊDÎ HEMÛ SÛC Û SÛCDARAN ASKERE BIKE

HAK-PAR ligel Dayikên Semiyê ye û pistgiriyê dide wan.
DIVÊ DEWLET ÊDÎ HEMÛ SÛC Û SÛCDARAN ASKERE BIKE
Li Tirkiyê bi sedan dayikên ku zarok an jî xizmên wan di dema binçavkirinê de hatine kustin, her hefte rojên semîyan li Galatasaraya Stenbolê kom dibin û pirsa zarokên xwe dikin ka çi bi serê wan hatîye. Ew li pey sopeke zarokên xwe dengê xwe derdixin. Lê midexale û zordariyên ku li wan tê kirin her car rûyê res ê Tirkiyeyê nîsanî dinyayê dide. Ev kombûnên han 700 hefte ne didomin.
Hin caran rêvebirên dewletê ji hêzên ‘ewlehiyê’ re dibêjin binçavkirina wan kesan ‘temînata dewletê’ ye. Bi vî awayî wana teswîqî kustin û qetilkirinê dikin.
Her wiha cenazeyên kustîyan teslîmî malbatan nakin, derbarê wan de tu agahî nadin, û mezelên wan jî nîsan nadin.
Dewlet bi vî awayî rûyê xwe yê hovane nîsan dide û her roj jî zêdetir zilmkar dibe.
Divê dewlet nebe çete, li gorî hiqûqê tevbigere.
Mirov bê sûc û sedem tên binçavkirin, kustin, mezelên wan tê vesartin Ev kevnesopiyeke kevn e û rayedarên dewletê jî ser wan dinixumînin. Ev helwesta hanê dewletê teswîqî sûc dike û kustinana hevwelatiyan dike tistekî ‘asayî’.
Mixabin Tirkiye hêj nebûye dewleteke demokratîk, pirsgirêkên xwe yên sereke çareser nekirine. Li dewletên wekî Tirkiyê mafên mirovan pir caran tên binpêkirin û ev êdî dibe tistekî ji rêzê.
Heta ku dewlet sûcên xwe qebûl neke, ew ê dubare bibin.
Di salên 90-î de dewlet wekî çeteyekê kesên hatine binçavkirin dikûst û digotin kujer ne diyar e. Bi vî awayî tirs û xofeke mezin dixistin nav civakê.
Gotina Serokkomarê 9.emîn Suleyman Demîrel; ‘heke hewce be, dewlet dikare bike.’ nîsan dide ku ev kevnesopiya qirêj ji aliyê pir kesan ve wek tistekî normal hatiye qebûlkirin.
Ji bo ku ev kevnesopiya qirêj bi dawî bibe, divê dewlet hemû sûcên xwe yên berê qebûl bike û edaletê pêk bîne.
Di 25ê Tebaxa 2018 de, ”dayikên semiyê” yên ku hêviyên xwe wenda nekirine, wê cara 700-emîn hesabê zarokên xwe bipirsin. Ligel vê yekê jî bang li rêvebirên dewletê bikin daku rastiyan qebûl bikin û edaletê pêk bînin.
Dayikên Semiyê ji sala 1995-an û vir ve, her roja semiyê dibêjin; ‘Kujer diyar in, xizmên me li ku derê ne?’. Lê dewlet li hemebrî pirsa wan bêdeng e.
Di nav 25 salan de gelek hikûmet guherîn, lê rastî zelal nebûn, edalet nehate vî welatî.
Dewletê ne sûcên xwe hilda ser xwe, ne hewl da ku edaletê pêk bîne.
Berevajî vê yekê; wana jî ser sûcan nixumandin, sûcdar vesartin..
Tu hikûmet gorrên wan kesên ku hatine qetilkirin nîsanî dayikan nedan û serde li pist kiryarên qirêj sekinîn.
Hikumetên ku ev kustin zelal nekirin, derbarî wan de tu agahî nedan , hestiyên zarokan teslîmî malbatan nekirin, gorrekê ku dayik li ser dua bikin nîsanî wan nedan. Ew hemû jî bi van kiryarên xwe ve sûcdar û qirêj in.
Em wek Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bang li rayedaran dikin ku wan kesên wendakirî bibînin, derbarî wan de agadarî bidin, edaletê bi cih bînin.
Em careke din pistgirîya xwe ji bo çalakîya ”’Dayîkên Semîyê” nîsan didin. Em ê hertim li pist wan bin.
Berpirsiyara saxên jinan
û cigira Serokê Gistî ê PARTIYA MAF Û AZADIYAN
HAK-PAR
Sultan Söylemez
Dengê Kurdistan