Haber

HAK-PAR: Divê Kurd asîtiyê bikin siyaseta xwe ya bingehîn

Em îsal 1ê Îlonê, Roja Asîtiyê ya Cîhanê, pistî hewla kudetaya xwînî ya 15ê Tîrmehê, ku gel dakete kolanan û pêsî lê girt, di Rewsa Awarte da pîroz dikin.

Em îsal 1ê Îlonê, Roja Asîtiyê ya Cîhanê rewseke weha da pîroz dikin, ku di nav sala çûyî da bi navê îlankirina rêvebiriya xweser, ku bû sedema mirina bi hezaran, kavilkirina dehan bajarokan û bi kolana xendekan bajar bûn qada ser, bi teqandina seyarên bi bombe barkirî di cihên ku bi sedan xelkê sivîl tê da ne û bi van teqînan navenda bajaran bûn xerabe.

Her weha em îsal 1ê Îlonê, Roja Asîtiyê ya Cîhanê rewseke weha da pîroz dikin, ku dewleta Tirk mafê çarenûsî ya gelê Kurd wek ‘metirsiya netewî’ bi nav dike û bi bi vê hincetê, bi tanqên xwe ve dikeve Cerablûsê, di nav axa basûrê rojava ya welatê me ango Kurdistana Suriyê.

Mixabin hem welatê me, hem Rojhilata Navîn û hem jî herêmên din yên dinyayê hîn jî ji encamên wêranker yên ser û pevçûn û çalakiyên terorîstî xelas nebûne.

Bazirganiya çek û sîlahan bi hemû hêzên xwe hîn jî berdewam e, çirûskên ser her roj cihekî disewitînin.

Serê Yekemîn û Duwemîn ê Cîhanê tenê çar sal ajotin.

Lê belê ser û pevçûnên li herêma me bê navber didomin. Statukoya ku encama parvekirina herêmê ya bi destê emperyalîstan e, her dem ser û pevvçûnan bi xwe ra tîne.

Aboriya wan ‘hêzên super’ di heman demê da li ser bingeha bazirganiya çek û sîlahan ava bûye û her ragesiya ku li ser navê ‘asitiyê’ ew hêz besdar dibin, dibe sedem ku li herêmê hejmara çek û sîlahan zêdetir bibe û ser û pevçûn hîn gurtir û kûrtir bibin. Û bê guman ev ser û pevçûn, ês, elem, kavilbûn û dijminahiyên kûr li pey xwe dihêlin.

Mixabin, li Afganîstan, Lîbya, Iraq û Sûriye û hin welatên din, ku di demên dawî da her gav di rojeva cîhanê da ne, rews bi vî awayî ye.

Rejîmên kevneperest yên herêma me, ku nexwestin pirsgirêkan bi riya nûjen, demokratîk û astiyane çareser bikin, bûn sedema serê navxweyî û her weha ev helwest bû hincet, ku dewletên dereke mudaxaleyê welatê wan bikin.

HAK-PAR bas dizane ku asitî bi destê dewletên dagirker û rêxistinên terorîst yên xwînmij û serxwaz, yên ku berjewendiya emperyalîstan bingeh digrin û bi destê bazirganên çek û sîlahan va nayê.

Ji bo ku asitî pêk were, divê pirsgirêkên ku dibin sedema ser û pevçûnan bi riya dadwerî bên çareser kirin. Û her weha ger asîtî; dadî, wekhevî û azadiyê ji xwe re bingeh bigre, dikare bibe asîtiyeke mayende.

Ji ber vê yekê jî, ger gelê Kurd mafên xwe yên bingehîn bi dest bixe, dikare li Tirkiyê û Kurdistanê asîtiyeke mayende pêk were. Em wek HAK-PAR, ji bo jiyaneke astiyane û wekhev, federasyonê daxwaz û pêsniyar dikin.

Bi boneya 1ê Îlonê, Roja Asîti ya Cîhanê bangewaziyên xwe dubare dikin:

– Divê artêsa Tirk bi leztir ji Kurdistana Rojava vekise.

– Divê Tirkiyê hewl bide ku pirsgirêka Kurd ya di nav tixûbên xwe da bi riya dadî û demokratîk çareser bike û her weha divê Kurdên li der tixûbên xwe wek ‘metirsî ji bo ewlekariya netewî’ bi nav neke.

– Divê bê zanîn, heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn asîtî û aramî pêk nayê. Û divê ev rastî bê qebûl kirin û ‘bi Kurdan ra asîtî’ bibe siyaseta bingehîn.

– Her weha divê PKK jî bi gistî dev ji çek û sîlahan berde û dawî li serê çekdarî bîne, ku zirarên mezin dide gelê Kurd, tenê ês û elem û kavilbûnê bi xwe ra tîne û tu mesrûiyeta wî jî nemaye.

1 Îlon 2016

Buroya çapemeniyê ya HAK-PARê

Dengê Kurdistan

Back to top button