Nûçe

HAK-PAR: Divê PKK destê xwe ji Sengalê biksîne

Li ser daxwaza Wezareta Pêsmerge a Kurdistana Basur, pêsmergeyên Roj hatine ku li deverê li mewzîyan de cî bigrin, YBS a ku bi PKK ve grêdayî ye xwestîye rê li ber wan bigre û di navbera wan de ser çêbûye. Di ser de ji herdu alîyan çend brîndar hene û du kes hatine kustin.

Wisa xuya dike ku ew lîstikên tarî yên li ser Sengalê tên domandin, ji ser û pevçûnên nû rê xwes dikin.

Hewldanên hevbes ên hukumeta merkezî ya Îraqê, Îranê, hêzên Hasdî Sabî û PKKê, ji bo ku Sengalê ji Kurdistanê veqetînin, di encamê de bûn sedemê ser.

Di vê rewsa provakativ de xetereke mezin heye ku serên mezintir derkevin holê.

Ji xwe ji helwesta medya PKK ya ku di van rojên dawîn de propagandeyeke res li dijî PDK dike,vê yekê nîsan dide.

Bila qet neyê jibîr kirin ku Sengal besek ji Kurdistanê ye. Kes nikare wê ji Kurdistanê veqetîne.

Ji bo ku careke din serê birakujîyê çênebe, gelê meyê Êzdî careke din bi karesetên giran ve rû bi rû nebe, divê ji kiryarên neqenc ên ku dewletên kolonyalîst sad dikin, xwe dûr bigrin. Guh bidin banga Hukumeta Kurdistana Basur û hêzên wê yên mesrû û jêre rêz bigrin û divê PKK destê xwe ji Sengalê biksîne.

Dengê Kurdistan

Back to top button