HAK-PAR: Em çima di konferansa Diyarbekrê ya 15-16 Heziranê da besdar nabin?

Ji bo Raya Gistî
Em çima di konferansa Diyarbekrê ya 15-16 Heziranê da besdar nabin?
Di 15-16 Heziranê da li Diyarbekrê Konferansek çê dibe. Me hewce dît raya gistî agadar bikin ji bo helwesta HAK-PARê li ser vê konferansê:
Middetekî berê xeberek derket ku bi pêsniyara Ocalan çar konferans dê çêbin; yek li Enqerê, yek li Diyarbakrê, Yek li Hewlêrê, yek jî li Ewrûpa.
Ji van çar konferansan ya Enqerê di 25-26ê Gulanê da li Enqerê çêbû. Em ji bo vê konferansê ne hatibûn xwendin, xuya ye ew tenê ji bo rêxistin û rewsenbîrên Tirkan bû.
Di derheqa Konferansa Diyarbekrê de em di meha Nisanê da bi riya hin rêxistinên dinê, wek ÖSP û KADEK agadar bûn ku ew wexwendibûn Konferansê. Ango ji bo me tu pêsniyar tune bû.
Pistra heyetek KCD (DTK) û BDP di 12yê Gulanê da seredana li rêxistina me ya Bajarê Diyarbekrê kirin, li wir du hevalên me yên Dîwana Serokatiyî û serokê HAK-PARê yê rêxistina bajêr dîtin, pêsnîyara konferansê ji me ra anîn û gotin ewê di serê Heziranê da bicive. Heval jî ji heyetê ra gotin ku organên partiyê vê pêsniyarê binirxînin û bersîva xwe bidin.
Ev pêsniyar berê di çarçuva Diwana Serokatiyê de hat nirxandin û me jî di heqê konferansê da pêsniyarên xwe nivîsandin û bi nameyekê ji BDPê ra sand. Me got, em dikarin di konferansê da besdar bin, bi sertên ku ne ewqas bi lez û bez be. Her usa jî divê beri hertistî partiyên siyasî di nav xwe da bicivin, armanc û rojeva konferansê, waxta wê, her usa jî kîjan rêxistinên sîwîl tevlêbin, di nav xwe da zelal bikin. Me got:
‘Ev kar waxt dixwaze. Lê va ye ji serê Heziranê ra 15 roj ma ye.Bona vê yekê, ger hûn dixwazin em bi hevra konferansekê çêbikin, bastir e em bihêlin payîzê û ji nuha va nûnerên partiyên siyasî di nav xwe da bicivin, da ku armanc û rojeva wê, waxta wê û kî bi çi siklî tê da besdar bin, zelal bikin.’
Çend roj sunda BDP, bi navê Gulten Kisanak û Selahattin Demirtas bersîva nameya me dan, lê di bersîvê da qet behsa pêsniyarên me ne dikirin, digotin ewê wek BDP di konferansa hanê da cî bigrin.
Di 1-2yê Heziranê da Encumena Partiyê kom bû. Di rojeva me da ev babet jî hebû. Encumena Partiyê giha wê qeneetê: Ev konferans bi lez û bez tê çêkirin û wan hevalan guh nedan pêsnîyarên me. Yên ku tê da besdar bin yek alî hatin nîsandan. Xuya ye armanca vê civînê ne ev e ku Kurd di nav xwe da bicivin û raya xwe zelal bikin, helwestek mistêrek bigrin. Dibe ku niyet ev e, rizaya Kurdên dinê bigrin ji bo hevhatina navbera Ocalan û Mistesarê MITâ Tirk, Hakan Fidan. Lê ji bo me û raya gistî ev hevhatin li ser çi çêbûye, ne zelal e.
Eger armanc nirxandina pêvajoya dawî be, raya me li ser vê pêvajoyê zelal e û raya gistî bas zane. Em ji bêdengbûna silehan kêfxwes in. Ku PKK bi temamî dev ji silehan berde hîn çêtir e. Lê evtist bi serê xwe ne çareseriya pirsa Kurd e, ne jî asitî ye. Çareserî bi naskirina hemû mafên kurdan dibe, asitî jî bi vî awayî pêk tê.
Ji bona van sedeman em wek HAK-PAR di vê konferansê da cî nagrin.
Wek agadarî ji bo raya gistî ye.
Kemal Burkay
Serokê Gistî yê HAK-PARê
11 Heziran 2013
Dengê Kurdistan