HAK-PAR: Em êrisa ser Navenda Koma Medya Rudawê bi tundî sermezar dikin

Em êrisa ser Navenda Koma Medya Rudawê li paytextê Herêma Kurdistanê Hewlerê bi tundî sermezar dikin.
Êrisa ser Navenda Rudawê duh nîvê sevê bi avêtina bombeyên destan û gullebarankarinê hatibû kirin. Di encama vê êrisa terorîst de çar karmend jî hatibûn birîndarkirin. Mixabin ev ne cara yekem e ku Rudaw dikeve ber êrisên weha. Bêguman ev êrisên han karê wan e yên ku ji belavkirina fikir û ramanên cuda û ji zanîna rastîyê ji alîyê raya gistî ve ditirsin. Yên ku pir rengîyê û pir dengîyê hezim nakin, ji sefafî û zelalîyê aciz in dest diavêjin kiryarên terorîstîyê.
Bi destê kî dibe bila bibe, bi çi armancê dibe bila bibe, ev êrisa li ser sazîyên ragîhandinê, êrisek e li ser mafê girtina xeber û nûçeyan û azadîya gel e.
Wek HAK-PAR em hêvî û daxwaz dikin ku ev kiryara kirêt rojekê zûtir bête ronîkirin û êrisker û hêzên li pist wan bên dîtin û bên ber dadgehê. Em pistgirîya xwe ji Rudawê re dîyar dikin.
25.06.2016
HAK-PAR
Buroya Çapemenîyê
Dengê Kurdistan