Nûçe

HAK-PAR: Em êrisa terorî ya ku li Xarpêtê çêbû rûres dikin

Em êrisa terorî ya ku roja 18.08.2016a li Xarpêtê li ber Muduriyeta Ewlekarîyê çêbû bi tundî rûres dikin

Êrisa terorê ya li Xarpêtê, bû berdewama zincîra bûyerên ku berê li Diyarbekir, Wan û Bitlîsê çêbûbûn.

Teror ne dikare bibe rîya maf bidestxistinê, ne jî xizmeta tu dozê dike.

Teror rîyeke tarî û kirêt e ku dikare her dozeke heq bilewitîne; destê hêzên nijadperest, soven-mîlîtarîst xurt bike.

Teror sûcekî mirovatîyê ye ku herî zêde dibe sedemê kustin û birîndarkirina mirovên bê sûc û guneh.

Mixabin li bajarên Kurdan, navendên ku bi piranî Kurd lê dijîn, wesayîtên bi tonan bombe barkirî tên teqandin. Yek ji van çalakîyên xwînxwar li Xarpêtê jî hat kirin.

Di vê kiryarê de gelek sivîl jî birîndar bûn.

Li gor ragîhandinan; 3 polês hatine kustin, 145 kes hatine birîndarkirin ku ji van 2 kes di xetera mirinê da ne. Ji birîndaran 85 polês, 60 kes sîvîl in.

Yên ku bi xwînê, bi kustinê, bi teqandina bombeyan kaosê çêdikin, dixwazin wek li Surîyê serê navxweyî derxin ji bo ku bigîjin armancên xwe yên kirêt ku dixwazin li welatê Kurdan kaoseke mezin ya bi xwîn û bê merhamet bînin holê.

Ev çalakî tenê dikarin xizmeta dijminên gelê Kurd yên ku li dijî têkosîna azadîya gelê Kurd in bikin. Ji ber bi çalakîyên bi vî awayî mebest ew e ku jîyan namîne li bajarên Kurdan û di encamê da Kurd bi awayekî girsî welatê bav û kalên xwe terk bikin û birevin rojavayê Anatolîya.

Ev plan esse wê pasda li wan vegere, gel wê vê leyistikê vala derxe.

Em bawer dikin ku yên ku van êrisên xwînî plan dikin, dê rojekê muheqeq bên darizandin û di wijdana hevbes ya mirovatîyê da bên mehkûmkirin.

HAK-PAR a ku herdem êrisên terorî rûres û mehkûm kirîye, wisa jî naletê li wan dike yên ku ev êrisa terorî kirine, ji mirovên kustî yên bê guneh ra rehmetê, ji malbatên wan ra sersaxîyê, ji birîndaran ra sifa xêrê dixwaze.

18.08.2016

HAK-PAR
Buroya Çapemenîyê

Dengê Kurdistan

Back to top button