Nûçe

HAK-PAR: Em, êrisên ku aliyên sivîl hedef digrin, bi tûndî sermezar dikin

Em wek Partiya Maf û Azadiyan, rewsa heyî ya li Tirkiye û Kurdistanê bas nabînin û ji ber vê yekê jî, derbarê dahatûya gelên vî welatî de di nav fikareyeke mezin de ne.

Dinya alem dizane ku sedemê esasî yê vê rewsê, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Heta ku ji vê pirsgirêkê re çareseriyek aqilane ya mayende neyê peydakirin, dê Tirkiye nikaribe xwe ji vê gerîneka tundiyê xilas bike.

Ji hêlek din ve jî, ew aliyên ku jbo bidestxistina maf û azadiyan, rê û rêbazên çekdarî û tundiyê bi kar tînin, divê bizanbin ku ev sêwazên tekosînê, ji azadiya Gelê Kurd re xizmetê nake. Her wisa, rê li ber çareseriyê dixitimîne. Ji ber vê yekê ye ku sedem û armanc çi dibe bila bibe, teqandina bombeyan ya di nav bajaran de ku dibe sebebê kustin û birîndarbûna kesên sivîl, çalekiyên terorî ne.

Ev rews, hatiye merheleyeke wisa ku divê hemû alî, sazî û dezgehên siyasî û sivîl ku bi rê û rêbazên asîtiyane têdikosin, li hemberî van kiryarên nemirovane ku ji aliyê kîjan alî ve tê kirin bila bê kirin, bi tûndî nerazîbûn nîsan bidin.

Partiya Maf û Azadiyan, pêsîlêgirtina hewldana derbeya leskerî ya 15ê Tîrmehê, di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de wek pêngavek girîng ya erênî dinirxîne.

Her wisa, daxwaza me ji rayedarên hikûmetê ev e ku di sepandina rewsa awerte de ku pistî hewldana derbeyê hat ragihandin, ji normên demokrasî û huqûqa navneteweyî dûr nekevin. Her weha, divê ev rewsa nû ku pistî hewldana derbeya leskerî derketiye holê, bas bê nirxandin daku kirdarên bûyerên wek Roboskî, Amed, Pirsûs, Enqere û Îstenbolê bên dîtin û jibo bên cezakirin, radestê dadgehê bên kirin. Divê hikumet bi kiryar û teserûfên xwe, ji pêvajoya Yekîtiya Ewrûpayê dûr nekeve. Di vê pêvajoyê de ku sazî û dezgehên dewletê ji nû ve tên dîzaynkirin û bikeyskirin, divê rayedarên hikumetê guh bidin deng û pêsniyarên aliyên azadxwaz û asîtîxwaz. Her wisa, divê demek zû dawî li rewsa awerte bê anîn.

Ji aliyek din ve jî, derbarê makazagoneka nû de ku ev demek dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ye, Partiya Maf û Azadiyan bang li rayedarên hikumetê û aliyên pêwendîdar dike û dibêje;

– Divê Makezagonê nû ligel pirrengî û pirdengiyê, bi hismendiyeke demokratîk bê amadekirin ku maf û azadiyên hemû gelên li Tirkiyeyê û aliyên din yên civakê di nav xwe de bihewîne û mîsoger bike.

– Di vê çarçoveyê de, jibo peydakirina çareseririyeke mayende ya pirsgirêka kurd, di pêvajoya ji nû ve bikeyskirina pergala heyî de, pergaleka Federalî li ber çav bê girtin. Divê kurd jî, bi teqez wek alî besdarê pêvajoya amadekirina Makezagona nû bibin.

Pistî daxuyaniya yek ji birêvebirên KCK-PKKê Cemîl Bayik ku gotibû; ‘Em ê ji vir sûnde ser bînin nav bajaran…’ ew herdu bûyerên li Amed û Qoserê ku wesaîdên bombeyî bi taybet li cîwarên sivîl hatin teqandin, gelek seyr e. Çu kes van çalekiyên nemirovane negre ser xwe jî, ji ber belavkirina daxuyaniyên bi vî rengî, ev çalekî û êris ji PKKê re dibe mal.

Kîjan alî dike bila bike, teqên û çalekiyên bi vî rengî bi çu awayek nayên qebûlkirin û em napejrînin.

Bi vê mebestê, em bang li Gelê Kurd dikin ku herî zêde ji vî ser û bûyerên bi vî awayî zerarê dibîne, li hemberî van çalekî û êrisan bêdeng nemîne. Her wisa, bang û daxwaza me ji sazî, dezge û aliyên demokrat, asîtîxwaz û azadîxwaz jî ev e ku li hemberî van çalekî û êrisên terorî, tavildest helwest nîsan bidin û bi tûndî sermezar bikin

14.08.2016/AMED

PARTIYA MAF Û AZADIYAN

Dengê Kurdistan

Back to top button