Nûçe

HAK-PAR: EM PISTGIRÎYA YEKITÎYA SÎYASÎ A HÊZÊN KURDÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIKIN

Xweshalin ku pistî gelek dan û standinan, di roja 16.06.2020 an de, hêzên Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên sîyasî gaveke giring avêtin. Teqez vê gava pîroz dilê tevaya Kurdan xwes kirîye û ew hêvîya encameke erênî ne û pistgirîya vê pêvajoyê dikin. Meriv dikare vê hewildanê wek gaveke dîrokî bipejirîne.

Encumana Nistimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Partîyên Yekitîya Netewîyên Kurd (PYNK) di roja 16.06.2020 an de, derketin pês çapemenî û raya gistî û eskere kirin, ku wan li ser gelek xalan li hev kirine. Hêjayî gotinêye, ku lihev kirina wan li ser bingeha peymana Duhokê ya sala 2014 hatîye pêkanîn.

Xalên ku hêzên Kurdan vê gavê li ser li hevkirine, dikarin bibin bingeheke tekûz ji bo berfireh kirin û cî bi cîh anîna vê peymana giring. Wan xalên giring yên ku di sala 2014 an de, di peymana Duhokê de cîh girtibûn, xalên wek rêveberî, sirîkatî, ewlekarî û çawanîya parastinîyê bûn. Eger herdu alî ji dil li ser van xalana karê xwe ava bikin, yekitîya di navbera Kurdên Rojavayê Kurdistanê de wê di demeke kurt de bigêje encamê û emê jî pê dilxwes bin û heya ku ji destê me bê emê bibin alîkar.

Tistê herî balkês ew e, ku di beyanê da tê gotinê ku, her du alîyan li ser “Ramana hevpar ya ji bo pêkanîna yekitîya netewîya Kurd’ li hev kirine. Dîsa hatîye gotin, ku herdu alî yê di pêsedemê de, peymaneke berfirehtir destnîsan bikin. Helbet ev gotin hêvîyeke mezin didin tevayê Kurdan. Ev gava giring a ber bi yekîtîyê; di gel pistevanî û çavderîya Koalisyona Navnetewî, pêk tê û ev yek bê guman wê destê hêzên Kurd beramber dewleta zordar a Surîyê jî, xurttir bike. Pêkhatina yekîtîya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê; destketîyên hêja û mayînde bi xwe re tîne. Ev destketî lazime bi xwedîtî û berpirsîyarîyeke hevpar û bi asteke netewî werin parastin.

Cîhê sanazîyê ye, ku her du alîyan gelekî eskere dilxwesî û sipasdarîyên xwe ji bo wan kesayetîyên ku, ji bo van gavên yekitîya di navbera hêzên sîyasîyên Rojavayê Kurdistanê bûne alîkar, anîn ser zimên. Sêwirmendê Koalisyona Navnetewî birêz William Robak jî di dema ragîhandinê da besdarbû û wî taybetî rola Serokê Birêz Mesud Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Neçîrvan Berzanî ya di vê li hev kirinê bi erênî nirxandin.

Em wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR herdu alîyan pîroz dikin û di heman demê da hêvî dikin, ku tevaya xalên peymana Duhokê bêne cî. Ya herî bas ewe ku Kurd pês hemu tistî, bi hevre ast bijîn, her tim bihevre bisêwirin, hevkarî û yekîtîyek pêt pêk bînin.

Ev gava giring a ber bi yekîtîya Kurdên rojavayê Kurdistanê, li gelê Kurd pîroz be. 18.06.2020

NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button