Nûçe

HAK-PAR: EM REJÎMA ÎRANÊ YA HOVANÊ PROTESTO DIKIN!

Komara Îslamî ya Îranê tevî kampanyayên navneteweyî Ramîn Hisên Penahî û xizmên wî; Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî darde kirin.

Ev rejîma hovane ya antîdemokratîk îro jî li navçeya Koyê ya li Basûrê Kurdistanê bombe barand ser biryargehên PDK-Î û HDK’yê.

Li warên ku êrîsî kirin, gelek pêsmergeyên Rojhilata Kurdistanê ligel malbatên xwe dijîn.

Tê îdiakirin; gelek rayedarên Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) jî gava êrîs dihate kirin li navçeyê bûne.

Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) wekî hemû aliyên welatparêz ji bo partiya me HAK-PAR’ê dostekê gelek nêz .

Em wek Partiya Maf û Azadiyan ji bo kesên ku di êrîsê de birîndar bûnê sîfaye, ji bo sehîdên me jî sersaxiyê dixwazin.

Em ê her tim li pist xwîsk û birayên xwe yên KDP-Î û HDK’yê bin.

Wek Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PAR’ê em rejîma dagirker û hovanê ya Îranê protesto dikin.

Em pê bawer in ku ew rejîma li dijî mafên mirovan wê di demekê kin de hilwese û dawîya xwe bîne.

08.09.2018

PARTIYA MAF Û AZADIYAN/HAK-PAR
BUROYA ÇAPEMENIYÊ

Dengê Kurdistan

Back to top button