HAK-PAR: Em Roboskî ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin

Di 28ê Çileyê Pêsîn sala 2011 da li Uluderê, gundê Roboskî, teyareyên Tirk li ser sînorê Kurdistana Basûr 35 gundiyên Kurd bombebaran kirin û 34 kes hatin kustin, tenê yek jê xilas bû. Pistî vê qetlîamê berpirsên Dewleta Tirk gotin gor malûmata ku ji wan ra hatiye, ew kes partîzan û berpirsên PKK bûne, ji bo ser hatine û bona vê yekê hatine bombekirin.
Lê ev gund gundê qoricîyan bû û tim jî bo qaçaxê diçûn wî alî sînor, dihatin. Hayê berpirsên Tirk ji vê yekê hebû, bi salan e ku çavê xwe jê ra digirtin. Vêcar jî hayê qereqolê gund ji vê yekê hebû. Ango ev qetlîam bi zanetî hate kirin.
Ev bûyer provokasyonek bû ku armanca xwe xirabkirina pêvajoya danustandinê bi Kurdan ra û rêlibergirtina kar û xebata ji bo çareseriya Pirsa Kurd bû. Her usa jî, herçî kesê ku ev tist kirin, xwestin gunekariyê bikin ser milê Hukumetê û wê bikin quncikeke teng. Lê mixabin berpirsên vê bûyerê heya îro nehatine eskerekirin, derneketin pês edaletê û nehatin cezakirin. Ev malûmata sas ku dibêjin gihaye lesker bi destê kê ye, ew jî eskere nebû.
Lê ne tistekî zehmet bû ku rastî derkeve meydanê. Ango eger agadariyeke sas heye bi destê kê ye, yan jî kê, ku bas zanibû ew gundî ne û ji bo ticaretê ji sînor derbaz dibin, lê dîsa jî fermana bombekirina wan da. Nuha vaye ji navberê sê sal derbaz bûn, lê berpirsîn vê qetlîama xûnxwar hîn nehatine eskerekirin û cezakirin, ev yek vîcdana mirovan û raya gistî diêsîne. Tistê ku tê bîra mirovan ev e: Berpirsên dewlet û hukumetê rastiyê ji xelkê vedisêrin û curmkaran diparêzin.
Em careke din gazî hukumetê dikin ku berpirsiyariya xwe bi cî bîne, curmkaran derxe meydanê û bide dest edaletê. Edalet jî eger bi rastî edalet e, curmkaran neparêze, tistê ku lazim e bike, ango kesên curmkar rojkî berê ceza xwe bikisînin
Em Partiya Maf û Azadiyan ketlîama Roboski ji bîr nakin u nadin jî bîrkirin
Fehmi DEMIR
Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan
Dengê Kurdistan