Nûçe

HAK-PAR Ewropa: Em vê êrisa ku li Dîlokê hatiye pêkanîn bi tûndî sermezar û rûres dikin

Çewa ku tê zanîn, van êrisên bêwate bûn sedema wêranbûna bi hezaran gundên Kurdistanê. Nêzîkî 6 milyon mîrovên kurd axa kal û bavan li pas xwe hîstin û berê xwe dan metropolan. Yek dikare bêje, ku ev jixwe daxwaziya dijminên gelê kurd bû û hate cîh. Lê niha jî dor hatiye bajarên kurdistanî.

Di navdê salekê da bi dehan bajarok hatin wêran kirin, bi sedan zar û zêç hatin kustin, bi hezaran dîsa berê xwe dane bajarên mezin û metropolên rojavayê Tirkiyê.

Taybetî jî bi van êriyên nemîrovane yên ku, li Amedê, Wanê, Bilîsê, Xarpêtê di dawiyê da jî li bajarê Dîlokê hatin pêkanîn, karê dijminên Kurd û Kurdistan hêsa dikin, bajarên Kurdistanê wêran dikin û dibin sedema valabûna bajarên Kurdistanê.

Bi destên kê va dibin bila bibin, bi van êrisan va zarû zêçên kurd têne kustinê, bajarên kurdan wêran dibin, kurd feqîr dibin û doza kurdistanê, daxwaza mafên netewî û demoqratik tê astegkirin û heta bêjî pûç kirinê.

Divê bê zanîn, ku bi êrisên terorê va kurd nikarin bigîjin mafên xwe yên rewa. Xêrnexwazên kurd û Kurdistan bi zanetî berê terorê didin bajarên Kurdistanê.

Ji ber van sedeman, em wek KOMELA PISTGIRIYA HAK-PAR EWROPA, van kesên ku van êrisiyana pêk tînin bi tundî sermezar û rûres dikin. Her usa ji tevaya malbatên van kesên ku di van êriyiyan da bûne qurbanî ra serxwesiyê, ji bo birîndaran jî sîfa xêrê dixwazin.

Komîta Kargêr
Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa

Dengê Kurdistan

Back to top button