HAK-PAR: GELÊ KURDISTANÊ HEWCEYÊ ARAMÎ Û HEVGIRTINÊ YE

Li Basûrê Kurdistanê van çend rojên dawî gelek buyerên balkês û giring encam didin. Diyare pistî îxaneta 16 yê Cotmehê, hin deverên Herêma Kurdistanê bun wek çolgeha Iraqê û helbet a Îranê. Mixabin ku bi van egeran, li wan deran roj biroj tesîr û bandora rejima kevneperest û dagirker a Îranê zêdetir dibe.
Îran dixwaze herêma Kurdistanê dabes bike û beseke Kurdistana basûr bike wargehê xwe. Lewraye ku pistevanî û handerîya xwepêsanderên tundperest ên Silêmanîyê dike.
Balkês û gelek manedar e ku tam di vê demê de tevgera GORAN û KOMELA ji hikumetê vedikisin. Di demek wisan de ku ji helbijartinên herêmê re sê heyv maye, herdu sirîkê hikumeta Kurdistanê, ku vaye çar sale digel PDK di hikumetê de li ser kar in; bi hinceta heyîna ‘qeyranên aborî’ vediksin.
Dewletên hevpeyman yên diji Kurd, dixwazin bi alozi û birçîbûnê miletê Kurd terbîye bikin, li gorî xwe Kurda bînin hedayetê. Ew dewletên ku Kurdistan di nav xwe de dabes kirine, pistî encama referandumê, ketine nava tirseke mezin. Lewra ye ku bi taybetî li çend navçeyên Kurdistanê bijartine; wekî Silêmanî, Çemçemal, Ranye û Helebçe, xwepêsandanan li dar dixin. Bi bangesanek rewa derdikevin kolanan, lê mixabin ku destdirêjîyê dikin tundî û sedadîyê dikin, tevgerên wandalist ( tundperest) û dijwarxwaz dikin.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan- HAK-PAR; di çarçoweyeke demokratik û astîyane de, bi sedemên hin rewsên xirap, nerazîbûn û neqaîlbûna gel rewa dibînin. Maf û berjewendîyên karmend û xebatkaran divê were parastin û pirsgirekên civatê bi sêwazek rewa werin çareser kirin . Di heman hal de, divê gel jî hisyar be û bi hîç sêweyek medet û mecal û fersend nede destê dijmin û xwefirosên Kurd. Divê gel bi dek û dolab û gefên dijmin nexape. Kurdistan hewceyê aramî û hêmînîyê ye.
Roj roja yekgirtin û hevgirtinê ye.
Divê gelê Kurdistanê xwe ji tund û tîjiyê dûr bixe, gilî û gazin û daxwazên xwe bi awayekî aram û ji dijwarî û tundûtîjîyê dûr bide zanîn.
Bê guman, xwepêsandanên sariste û astiyane mafê hevwelatiyan e. Lê lazime xwepêsander bi hestên neteweyî tevbigerin û rê nedin ku helwest û daxwazên hêzên dij û neyar encam bidin. Lazim e ku di mercên îro de, ev xwepêsandanên niha li ser dijîtiya wê siyaseta ne rewa ya desthilata Bexdayê werin lidar xistin. Lewra yê ku Kurdan birçî dihêle rejima Bexdayê ye.
Dijminên gelê Kurdistanê ne partîyên welatparêz in û ne jî hikumeta Herêma Kurdistanê ye. Neyar û dijminên Kurda dewletên hevpeyman yên dijraberên gelê Kurd in. Ew dixwazin Herêma Kurdistanê bixin nav alozîyên aborî û sîyasî.
Qeyranên civakî derdixin ku yekîtîya Kurdan têk bibin. Dijmin dixwaze ku sîrazeya siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê xera bike. Di demek de ku hêzên Iraqê nîyet kirine êrîs bikin ser Hêzên Pêsmerge û ji bo wê yekê jî hêzeke mezin kom dikin, lazime hemû hêzên welatparêz ên Kurdistanê jî , ji her demê zêdetir hevgirtî bin.
Eger welatek azad û serbixwe nebe, qiymeta mal û milkê tu kesî namîne.
HAK-PAR, hêvî dike ku gelê me yê Kurdistana Basûr di vê qonaxa giring de zêdetir aram û hisyar be. Yekîtî zeminê serketinê ye.
NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎ
YA PARTÎYA MAF û AZADÎYAN / HAK-PAR
Dengê Kurdistan