HAK-PAR, girtina Serokê Gistî yê ENKS Birahîm Bro û endamê rêvebirîya Partîya Yekîtîyê Sulêman Oso bi tundî protesto dike

Roja 13.08.2016a li bajarê Qamîslo Serokê Gistî yê Encumana Netewî ya Kurdên Surîyê (ENKS) Birahîm Bro û endamê rêvebirîya Partîya Yekîtî Sulêman Oso ji alî ”Asayîs”a PYD ve hatin revandin û binçavkirin. Ev kiryara zordest û neheq ji alî hêz û dezgehên demokratîk û welatparêz ve bi tundî hat protestokirin û rûreskirin. Bro û Oso pistî rojekê serbest hatin berdan.
Wek HAK-PAR em careke dî van metodên sîdetê û zorbetîyê rûres dikin. Wek tê zanîn zordestiya ”Asayîs”a PYD li hember ENKS û hêz û kesên welatparêz roj bi roj zêdetir dibe. PYD û hêzên wê yên çekdar bi qedexekirin û astengkirina xebata siyasî ya welatparêzên Kurd, wek nîsaneka rojên tarî û res li hember gelê Kurd datîne. Divê rojek berê dest ji metodên sîdetê û kirinên antîdemokratîk berde. Gelê Kurd wê tu wextê ji medotên zordestî û çavtirsandinê re stuyê xwe xwar neke.
Em ji Serokê Gistî yê Encumana Netewî ya Kurdên Surîyê (ENKS) Birahîm Bro û endamê rêvebirîya Partîya Yekîtî Sulêman Oso re derbasîyê dixwazin.
HAK-PAR
Buroya Çapemenîyê
Dengê Kurdistan