HAK-PAR: Hemu rojên we Newroz, Newroza we her pîroz

‘Cejne, cejne / Cejna Kurdistane/ Cejna Newroze./ Bi tîskê agir dinivsim: Cejin piroz be/ revîya agir hêza canê min e./ Bawerîya azadîya Kurdistana min e.’
Hevwelatîyên Hêja, gelê Kurdê azadîxwaz,
Newroz hat.îro Newroze u ji bo Kurda Newroz rojeke pîroze. Ji bo Kurdan Newroz peyman û soze. Kurd du hezar u pênsed sale kut ê pîroz kirin.Newroz ji bo Kurda roja berxwedanê ye, roja rizgarîyê ye.
Cejna netewî a gelê Kurd îsal di rojên dijwar de derbas dibe. Kurdistan ji çar alîyan ve, dibin zilm u zordarîyê de dinale.Terorist û çeqel çehv berdane Kurdistanê û dixwazin Kurdistanê bikin goristan. Gelê Kurd bi gernasî liber xwe dide û nahêle ku careke din ewrên res u tarî bi ser Kurdistanê ve bigrin.
Kurd jî roh û canê Newrozê hêz û qewetê distînin.
Newroz; di xewna me Kurdan de, ji raza Zerdestê kal, hêvî û daxwazek e…
Lewra Newroz,rojeke nûye ku rênîsanderê azadî û serxwebûnê ye.
Newroz giyaneke nûye,xwina bedenê dikelîne.
Newroz ji bo Kurda vîneke nûye,helwest û daxwazên Kurda bibîr tîne.
Newroza Kurda evîneke nûye ev evîn, handerê dilsahîyêye.
Newroz, sahî û xwesîyê diwesîne.
Newroz dileke nûye,ji xirabî u resîyê dil xwe diso,dilê pak u xawên bastir pêserojê dibîne.Newroz rast derketina xeyalên Kurdane.Newroz ji bo Kurdan, raz u miraze.
Newroz ji bo gelê Kurd jiyaneke nûye ku nîrê zordestîyê diskê, bindestî radibe û bayê azadîyê li seranserê welat dibare.
Newroza Kurda cîhaneke nûye ku di wê cîhanê de zilm û zordarî tune, azadî, wekhevî û dilsahî heye, kêf u seyran heye, sahî û dîlan heye.
Newroz, sondeke ji bo hemu Kurdekî. Newroz, exteke, qewleke u bextêke..
Di gel azadîyek seranser, serbilindî, bextewerî û kamranî ,para we bî..
Bi hêviya ku, mebest û daxwazîyên dilê me, pêk werin.
Hîvîdarim ku Kurd ,bi mirazê dilê xwe sa bin.Kurdistanek azad u serbilind çêbe.
Kurd bi Newrozê sanaz û kûbarin. Lewra Newroz nîsana berxwedana Kurdane.
Sed silavên rengîn ji rengê Newrozê.
Newroza we pîroz be. Hemu rojên we,wek Newroz bin.
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN ‘ HAK-PAR
NAVENDA GISTÎ
Dengê Kurdistan