HAK-PAR: Hûnermendê Kurd Çîyager tenê nîne

Hûnermendê Kurd ÇÎYAGER ( Mehmet Karakus) ji alîyê çend kesan ve li Amedê, navarojê, li ber derê xwe, hate lêxistin. Li gor rageyandina hûnermend ÇÎYAGER yên ku lêxistine HDP’î û PKK’î bune. Bi sedema ku Çîyager di axaftineke xwe de gotîye ku’Ez heta demeke nêzîk terefdarê HDP’ê bum. Lê pistî van bûyerên vê dawîyê ku min dît bi gelê Kurd re hevçend xirapî têne kirin, ez ji wê xewa berê, dereng jî be hisyar bum û min dev ji terefdarîya HDP’ê berda. Dereng jî be, lazime mirov rastîyan nîsanî gel bide û civakê ronîdar bike. ‘
Ev bûyer dide nîsan ku, PKK û HDP ji rexne û gilî û gazincan nerihet û hêrsbar dibin. Lewra ku xwesbînîyê di terikînin û dest davêjin teda û zordestîyê. . Sedem vê yekê ye ku hêris dibin ser rastgo û rastperweran. Çîyager hetanî do hevalbendê wan bu, îro sedem ku rastîyan dît û dev ji xeta wan a sas û çewt berda, hate ceza kirin. Ev buyer çehvtirsandina rewsenbîrên Kurde. Ev hêrîskar bi vê buyerê dixwazin peyamek bidin wan kesên welatperwer ku hazirin vegerin ser xeta welatperwerîyê. Lê, di vê amancê ewê serkeftî nebin.
Ev darbidestên ku hêrisê hûnermenda dikin, dixwazin ku Kurdistanê yekreng û yekdeng bihêlin. Kesên ku Hunermend ÇÎYAGER dane ber derban, bila bas bizanin ku hunermend û rewsenbîrên vî welatî ne tenê ne. Gelê Kurd nahêle ku ew Kurdistanê bikin tarîstan. ÇIYAGER dengê heqxwaz ê gelê Kurd e. Ev deng nayê birîn, ev ronahî nabe tarî
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan/ HAKPAR, radigênin , ev kesên ku dest bi van hêrisan kirine, bila bas bizanin ev rê ne rêyeke bas e. Ev rêya ku ew têde dimesin rêyeke sase. Rojek zûtir bila ji van xeletî û sasîyan vegerin û werin himbêza gelê Kurd. Zordestî û darbidestî ne çareye. Çare xwesbînî û yekîtîya welatperwerîye.
Em bi tundî vê hêrîsê riswa û sermezar dikin, herîskaran tifûbaran dikin.
ÇÎYAGER( Mehmet Karakus ne tenê ye. ÇÎYAGER ( Mehmet Karakus) bêkes nîne.
Em hem( Mehmet Karakus) ÇÎYAGER’in.
Em bi dil û can pistevanê hûnermend ( Mehmet Karakus) ÇÎYAGER in.
Partîya Maf û Azadîyan/ HAKPAR
Licneya Wesan û Rageyandinê
Dengê Kurdistan