Nûçe

HAK-PAR-îyan Serokê Gistî yê berê Fehmi Demir li ser gora wî bibîr anîn

HAK-PAR-îyan Serokê Gistî yê berê Fehmi Demir li ser gora wî bibîr anîn.
Îro komek ji rêvebir û endamên HAK-PARê 4-emîn salvegera wefata Fehmi Demir de, ew li ser gora wî bibîranîn.
Wek tê zanîn Fehmî Demîr di roja 25ê Cotmehê 2015-a de, ku ji bo xebateke partîyê diçû Mêrsînê, pistî qezayeke trafîkê wefat kiribû.
Serokê gistî yê HAK-PARê Refik Karakoç digel çend hevalên xwe yên ji serwerîya partîyê, wek Hüseyin Özdemir, Necatî Bayram, Latif Epözdemîr, Arîf Sevinç, Düzgün Kaplan û endamên HAK-PARê û malbata Demir gul danîn ser mezelê Fehmî Demîr û birayê wî Yilmaz Demîr û Mustafa Tasçi. Û wan li ser gora Fehmî Demîr axaftinên yadkirinê kirin. Xebat û xizmeta Fehmî Demîr di rêka azadîya gelê Kurd û Kurdistanê da careke din bibîr anîn.

Dengê Kurdistan

Back to top button