Nûçe

HAK-PAR: KOMARA KURDISTANÊ A MAHABADÊ, RÛYÊ PÎROZ A DIROKA KURDISTANÊ YE

Roja 22’yê Çileya sala 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêsengîya nemir Qadî Mihemmed û hevalên wî, Komarek hate damezrandin. Îsal bu 75 sal ku ew Komara netewî a Kurdistanê hatibu ava kirin.

Damezrêner û avakar û pêsengê Komarê ‘Komeli Jiyannewey Kurd’ JÊKAF bu. JÊKAF pistî demeke kin xwe veguhast û bu partî. Partîya Demokrata Kurdistana Îranê,(PDKÎ/HDKÊ) wek rênîsander û parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê saz bu.

Heyf ku emenê Komarê 11 (yazde) heyv ajot. Lê, di maweyê vî yazde heyvî de,gelek nirx û hêjanên miletê Kurd hatin xûlqandin. Komara Kurdistanê a Mahabadê ji alîyê Neteweyên Yekgirtî (NY) (Miletên Yekbûyî) ve, bi fermî hatîbu naskirin.

Komara Kurdistanê cerbandinek pir giring bu û bê guman li du xwe destkevtîyên mayinde hist..

Di dema desthilatîya Komara Kurdistanê de, di warê çand û ziman û huner û edebîyatê de, gelek gavên giring hatin avêtin. Operayek netewî bi navê ‘Daykî Nistiman’ hate çêkirin, di warê çapemenî û wesangerîyê de jî, gelek cehdên giring encam dan. Zimanê Kurdî bu zimanê fermi û zimanê hînkarî û perwerdekarîyê. Sagirtên dibistanan geyistin zimanê xwe û bi Kurdî dest bi xwendin û nivsandinê kirin.

Komara Kurdistanê a Mahabadê, yekem car leskerek nîzamî ava kir û ji bo leskerên Kurd navê ‘Pêsmerge’ lê hat danîn. Pêsmerge ew kese ku pês hemu kesî diçe mirinê. Yanî parêzgerê gel û welate pêsmerge. Bi biryara Komara Mahabadê Mela Mistefayê Berzanî wek general û fermanderê Gistîyê Leskerên Kurdistanê hate tayin kirin.

Her wiha Komarê sîrûda netewî a’ Ey Reqîb’ wek mersa Kurdî qebûl kir ku her niha jî hemu Kurd vê yekê dipejirînin. Qencî û sûdên Komarê helbet ne evqasin. Her wiha ala Kurdan di vê demê de hate kivsekirin û ala rengîn hate eskerekirin.Bi avakirina Komara Kurdistanê re, cara yekem bu ku bi navê ‘Peymana Sê Sînûr’ peymanek hate saz kirin û çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî bi vê peymanê, hate sererast kirin. Di vê demê de, Komela, Xoybun û Hêvî wek sê rêxistinan ku her yek ji wan ji besekê cûdayê Kurdistanê bun, di navbera xwe de destebiratîyê ava kirin û wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê wek dilsahî û serketineke netewî pejirandin û jêre bune arîkar û pistevan. Îro jî hewcedarîya Miletê Kurd bi ‘Peymaneke Sê Sînor’ heye.

Serokê Komarê Pêsewa Qadî Mihemmed her wiha serokê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê jî bu. Partî û Komar di heman çax de hatibun dinyayê. Mixabin ku Komar nema karî xwe rabigre; lê, Partî îro jî bi mêrxasî ji bo azadfîya Kurdistana Rojhilat têdikose, dixebite.

Rejima dirinde a Îranê, pistî vekêsana Ertêsa Sor hêris bire ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir. Qadi heta axirîn nefesa xwe di meqamê xwe de wek miroveke serbilind li ber xwe da. Lê bêmecal û bê pal û pist ma, civaka navnetewî a cîhanê û sazîya Miletên Yekbûyî li pista Kurdan ne sekinin.

Dewleta dagirker, Komara Kurdistanê dorpêç kir û hilwesand. Serokkamar Qadî Mihemed û Serokwezîr Hacî Babasêx û wezîrê parastin û berevanîyê Seyfî Qazî ji alîyê rejima zordar a Îranê ve roja 31’ê Adara sala 1947’an, hatin idam kirin.

Komara Kurdistanê a Mahabadê sikaneke gelek giringe di dîroka gelê Kurd de.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR, bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin.

Di 75.min salîya vê Komara netewî de, divê gelê Kurd wan rojan yad bike, û ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre.

Komara Kurdistanê a Mihabadê, rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye.

Rûhsad bin Qadî Mihemmed û hevalên xwe.

Berxwedana Qadî Mihemed, bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike. 22.01.2021

Latif EPÖZDEMIR
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button