HAK-PAR li 81 bajaran besdarî hilbijartinên saredariyê dibe

Ji çapemenî û raya gistî re
HAK-PAR dê li 81 parêzgehan bi namzetên welatparêz besdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an bibe.
Armanca me ji hilbijartinan ew e ku di vê pêvajoya bilindbûna hesasiyeta siyasî de daxwazên bingehîn ên gelê Kurd derxin pês. Em ê gelê kurd bi destê partiyên sazumanê ve bernedin. Ew li ser bingehê dijayetiya kurdan bi hev re dikevine pêsbaziyê. Û yên ku bi rêxistinên projeyî enerjiya gelê Kurd dikin dûvik ji bo kemalîstan.
Armanca me ew e ku em xeletiyên wan kesên ku 100 sal berê li ser navê kurdan siyaset kirine û ji bo serkeftina Osmaniyan an jî Îttîhat û Terakkîyan xebat kirine, mafên rewa yên kurdan dane aliyekî, dubare nekin.
Armanca me ew e ku em rê û siyaseteke wisa bidin ber xwe ku di navenda wê de rojeva kurdan, berjewendiyên kurdan û daxwazên kurdan pirsa bingehîn be.
Herweha armanca me ev e ku bi van xebatan gav bi gav bingehekê ji bo yekitiya welatparêzên Kurd pêkbînin.
Herweha;
Weke HAK-PAR em soz didin ku bi feraseta ‘Saredariya welatparêz’ di qada rêveberiyên herêmî de xebateke mînak bidin mesandin.
Em di wê baweriyê de ne ku di dîtina çareseriya pirsgirêkên herêmî de rola bingehîn a rêveberiyên herêmî be. Divê meclîsên herêmî mîna parlamentoya herêmî kar bikin. Xizmetên wek perwerde, tenduristî û ewlekariya herêmî divê ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bên dayîn. Divê walî qeymeqam, û midûrên polîsan jî weke saredaran ji aliyê gelê herêmê ve bên hilbijartin. Em wek HAK-PAR dê ji bo pêkanîna sîstemeke wiha ya rêveberiya herêmî bixebitin.
Em ê ziman, çand, dîrok û nirxên xwe yên netewî biparêzin.
Em ê polîtîkayek bajarvaniyê ya nûjen, plansazkirî, paqij, hawirdorparêz, li ser bingeha mirovî, jîyanbar bisopînin.
Em ê nehêlin ku mîmariya bajaran serûbin bibe û bê betonkirin. Ji bo xisara ku heta niha di vî warî de çêbûye sererastkirinan bikin, em ê xebatên sîstematîk, plankirî bimesînin.
Em ê projeyên orîjînal pês bixin da ku her kes, nemaze malbatên xizan, bibin xwediyê xaniyên li dijî erdhejê.
Em ê girîngiyeke taybet bidin parastina hewzên avê û dabînkirina ava paqij û erzan li bajarê xwe.
Em ê ji bo komkirin û vezîvirandina bermayiyan pergalên bi bandor, yên dostên xwezayê ava bikin û pêkanîna ewlehiya xwarinê li pês bigirin.
Em ê qadên hêsîn biparêzin û firetir bikin. Em ê bajarê xwe bi park û baxçe, seyrangeh, qadên lîstikê ji bo zarokan, qadên werzîsê yên ji bo ciwan û mezinan zêdetir bikin.
Ji bo trafîka rehet em ê girîngiyê bidin xebatên binesaziyê û veguheztina gistî.
Ji bo çalakiyên civakî û çandî em ê hejmareke têra xwe malên welatiyan û navendên çandî ava bikin.
Em ê ji bo parastin û gesepêdana azad a ziman û çandên cihê projeyên resen pêk bînin.
Her wiha em ê xebatên taybet ji bo çareseriya bêkariyê û zêdekirina dahata gelê herêmê bikin. Ji bo vê mebestê em ê çavkaniyên aborî, civakî û çandî û potansiyela gestiyariyê ya bajêr bi plansaziyeke bas veguherînin veberhênanan û pistgiriya çandinî û rêncberiyê bikin.
Em ê ji bo parastina zarok û ciwanan ji tiryak û adetên neyînî yên nebas, tedbîran bigirin. Em ê ji bo zarok û ciwanên sêwî û feqîr xebatên parastinê, perwerdehî, kar û pîseyê li dar bixin û malên zarok û ciwanan vekin.
Birêzan ;
Em dixwazin li ser vê minasebetê banga gelê xwe bikîn;
Welatiyên hêja;
Ji partiyên desthilatdar ên nîjadperest, asîmîlasyonîst ku heta roja îro tenê pirsgirêk zêdekirine û ji entegrasiyonîstên ku bi xwîn û sîdetê xwe heyî dikin re bêjin ”na !”
Dengê xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, da ku tu ew bibe bersiv ji kesên ku bêhurmetiyê li nirxên me yên netewî dikin!
Bila dengê te wan zencîrên ku ziman û çanda me pê hatine girêdan biskîne!
Bila dengê te bibe beyankirina îradeya me ya ji bo rêvebirina xwe bi xwe û bi destê xwe! 12.02.2024
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN HAK-PAR
Dengê Kurdistan