Nûçe

HAK-PAR Li Amedê Roja Zimanê Zikmakî Pîroz Kir

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li ber AZC Plazaya Amedê bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zimakî yê Navneteweyî daxuyaniyek da û roja zimanê dayîkê pîroz kir.

Daxuyanî bi besdarbûyîna Cîgirên Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel û Hasan Dagtekîn, Namzeta Saredariya Mezin ya Amedê Sevgî Çelîk Moray, Namzetên saredariyê yên navçeyên Amedê, Endam û rêvebirên Partiyê û nûner û rêvebirên Saziyên Sivîl yên Kurd hat lidarxistin.

Di daxuyaniya ku bi Kurdî ji aliyê Namzetê HAK-PARê yê Bajarê Nû ê Amedê Vasif Kahraman, Tirikî jî ji aliyê Namzeta Bajarê Mezin Sevgi Çelik Moray ve hat xwendin de hat bibîrxistin ku li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi 10 milyonan Kurd hêj nikarin zimanê xwe wek mafekî sirûstî bikarbînin û hat xwestin ku ew hêstiyariya ku Serokwezirê Tirkiyê ji bo Tirkên Ewrûpayê nîsan dide ji Kurdî û Kurdan re nîsan bide.

Daxuyanî wiha berdewam dike: ‘Îro Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye. 25 milyon Kurd vê roja ku wek cejna zimên tê pîrozkirin ji derfeta xurtkirin û bikaranîna zimanê zikmakî bêpar dijî. Bêguman e ku, mirov bi saya zimên bîr û rayên xwe, ês û dilsadiyên xwe bi hevûdu re parve dikin. Lewre ziman nasname û nîsana hebûna mirov û gelan e.

Wek tê zanîn îro gellek ziman li ber mirin û wendabûnê ne. Ji ber vê yekê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de bi mebesta ku, wê xeterîya jiholêrabûn, asîmîlasyon, zordestî û qedexeyên li ser zimanên zikmakî yên hindikayî û gelên bindest bên rakirin, 21ê Sibatê wek ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’ pejirand.

Lê li Tirkiyeyê nêzikî 25 milyon Kurd, nikarin zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de bi awayeke azad bikar bînin. Zimanê Kurdî bi deh salan e li himber polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê li ber xwe dide. Li gel kurdî bi dehan zimanên din jî li Tirkiyeyê hatine qedexekirin û li himber asîmîlasyonê li ber xwe didin.

Di vî warî de Tirkiye, pêwîstiyên Peymana Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923an mor kiribû jî bi cih nayne. Di xalên 39 û 40î yên Peymana Lozanê de, di hemû qadên jiyanê de bikaranîna zimanên neteweyên li Anatoliyayê dijîn bi awayeke resmî hatibû qebûlkirin. Hetanî du-sê sal berê jî ji bo kurdan ev qedexe bû. Her weha li gor Peymana Mafên Zarokan ya ku ji aliyê Tirkiyê ve jî hatibû morkirin, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek mafeke zarokan yê xwezayî hatiye pejirandin. Lê careke din mixabin, Tirkiyeyê xala 30yemin ya vê peymanê nepejirandiye.

Her çiqas prosesa çêkirina destûra nû ji bo rakirina qedexeyên li pêsiya zimanê zikmakî derfetek be jî, Tirkiyê vê firsendê bi kar neaniye. Em dixwazin bidin zanîn ku partiyên îro di parlementoyê de ne dikarin vê pirsê çareser bikin rê li ber azadiya zimanê zikmakî vebikin. Bi vê yekê wê hem zimanê me yê ku wek sîrê diya me li me helal azad bibe û hem jî di qada neteweyî û navneteweyî de îtibara parlementoyê xurt bibe.

Serokwezîr Erdoganî di serdaneke Almanyayê de diyar kir asîmîlasyon sûceke mirovahiyê ye. Serokwezîrê Tirkiyeyê gotibû ku ‘Ji entegrasyonê re erê, ji asîmîlasyonê re na’ Herçiqas tirkên ku li Almanyayê dijîn dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin jî birêz Erdoganî ji serokwezîra Almanyayê Merkelê doza li lîseyan jî bi zimanê zikmakî kiribû. Ji birêz serokwezîr Erdoganî em jî dipên ku heman dilzîziyê ji bo zarokên kurdan jî nîsan bide.

Ji zimanê kurdî re azadî!

Divê zimanê kurdî di hemî qadên jiyanê de bi awayeke azad bê bikaranîn.

Divê bi zimanê kurdî perwerde bê kirin

Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî’

Dengê Kurdistan

Back to top button