Nûçe

HAK-PAR: Li ber êsa Penaberên Sûrî bêdeng nemînin

Ew trajedya gelê Sûriyê li ber çavê hemû dinyayê dajo û tê. Heya îro bi sedhezaran kes di ser û sewatê da jîyana xwe winda kirin, gund û bajar ser û bin bûn, bi mîlyonan kes yan li nav welat warê xwe guhartin, yan jî koçber bûn, çûn der welat.

Ew rejîma Baasê ya zordest ku di waxtê da rê li ber guhartinê, li ber reforman venekir û li dawîyê Sûriye xist nava vê tofanê, dîsa jî lingê xwe daye erdê û venakise. Mixalefata Sûrî jî bi dehan parçe ye û ji bo dahatû, ji bo guhartin û demokratiyê tu hêvî nade. Di nav hêzên mixalîf da rêxistinên radîkal ên wek El Nusra û ISÎDê hene, ku ger bêne ser hukim, dibe ku Sûrî ji berê xirabtir be.

Lê ev rewsa hanê heya kîngê bidome? Gelo Sûriye bi temamî bisewite bibe xwelî?.. Ew Hêz û rêxistinên navnetewî, yên ku dikarin ji vê pirsê ra çareyekî bibînin, wek Rêxistina Milletên Yekbûyî û dewletên mezin çima sekinîne? Mixabin ew, tistê ku dikeve ser milê wan pêk naynin.

Bi sedhezaran kes jî ji ser û sewata Sûriyê revîn û hatin Tirkîyê û Kurdistanê. Dibêjin qasi 260 hezarî wan di kampan da hatine cîkirin. Lê bi sedhezarên wan jî li çarkoseyê welat belav bûne. Piraniya wan bê mal û bê kar in. Hinek hewl didin karê xwe rast bikin, hinek eger bibînin bi bedêleke gelek erzan kar dikin; Gelek ji wan di kûçe û kolanan da parsekî dikin da ku bikaribin jiyana xwe bidomînin.

Lê derd û êsên wan bi vê namîne. Her usa jî li gelek cîyan xelk nerazîbûna xwe ji wan ra nîsan dide û êrisî wan dike. Carina dikan û malên wan, carina canê wan dibê hedefa êrisan. Li vê dawîyê li gelek cîyên Tirkiyê gelek êrisên bi vî rengî çêbûn.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), dixwazin him bala Rêxistinên Navnetewî û Hukumeta Tirkiyê, him jî bala hemû welatîyan bikisînin ser vê pirsê.

Rêxistina Milletên Yekbûyî, bi taybetî jî Konseya Ewleyî û endamên wê, ku dikarin ji bo çareseriya vê pirsê roleke bas bilîzin, divê bêdeng nemînin, ji bo rawestandina ser li Sûriyê û ji bo hevhatinê di navbera hemû terefan da kar û xebat bikin.

Hukumeta Tirkiyê divê ji bo hewandina penaberan têr kampan ava bike ku di alîyê xwarin-vexwarin û xwesîyê da bas bin.

Rêxistina Penaberan a Bilind a Milletên Yekbûyî, divê çi dikeve ser milê xwe bi cî bîne ji bo cîkirina peneberan û eger ew dixwazin biçin welatekî dinê, bi karê wan mijûl be.

HAK-PAR, her usa jî gazî hemû welatiyan dike ku pistgiriya penaberan bikin, da ku ês û derdê wan piçek sivik be. Ev karekî mirovî ye.

Kemal Burkay
Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan

23 Tîrmeh-2014

Dengê Kurdistan

Back to top button