Nûçe

HAK-PAR li Bisêriye li gundê Feqîra bû

Dengê Azad / Amed

Di roja 26ê meha îlonê de, HAK-PAR saxa Amedê bi heyetek ji Komîteya Birêvebir Hatîce Tunar û Zekî Ekîncî ji bo alîkariya penaberên Kurdên Êzîdî çûn Bisêriya Batmanê, gundê Feqîra. Sandeya HAK- PAR´ê ji alîyê berbirsê penaberan li gundê Feqîra Lehîb Hesenî ve hate pêsîvazîkirin.

Sandeya HAK-PAR´ê ji bo pêdavîstîyên wek, kinc û pêlav ji bo zarok û jinan, ji bo keç û xortan, her usa pêdavîstiyên bebikan, li penaberan belav kir.

Sande pistî sohbetek xwes, bi hevra xwarinek xwarin û dûra xatir ji penaberên Kurdên Êzîdî xwestin û vegerîyan Amedê. Pêvîste bê gotin ku hevalê me ji Çorliyê Seher Olçer jî, ji bo peydakirina pêdavîstîyan bo penaberan bû alîkar.

Dengê Kurdistan

Back to top button