Nûçe

HAK-PAR: Li Kobane yekîtî biserket

Nawenda girng a siyasiya rojavayê Kurdistanê bajêrê KOBANÊ a ku ji terafê hêzên nijatperest u sovenist u rejima Suriyê ve bi navê Eyn-ul Ereb tê binav kirin,li dawiya berxwedana 134 rojan a hêzên welatparêzên Kurdistanî,hate azad kirin.

Serketina Kobanê careke din, da nîsan ku rêya serketinê di tekosînek yekgirtî de dibore.

Berxwedana Kobanê bi hêzên YPG destpêkiribu;pasî hêza pesmergeyên basûrê Kurdistanê jî tevli berxwedana Kobanê bun,her wiha hêza Ertêsa Azad a Surîyê (EAS) u hêza navnetewyî a Koalîsyonê ji pistevanîya vê berxwedanê kiribun.Li encam de, bajêrê Kobanê ji destê hêza kevneperest u dagirker DAÎS ( ISID) hate rizgarkirin.

Dagirkirina Kobanê a ji alîyê DAÎS’ê ve, li basur, bakur, rojhilat u rojavayê Kurdistanê u di nav hemu kom u komelên Kurd u Kurdistanî de xemgînîyeki mezin peyda kiribu.Lewra hemu kesên welathiz u azadîxwaz bi dil u can pistevanîya berxwedana Kobanê kiribun. Tistê ku li Kobanê serketînê bidest xist, bêguman rohê yekîti u pistevanîyê bu.Ew hestîyarî a ku li Kobanê destpêkir,divê were xurt kirin berfireh kirin u bibe wek rê u rêbaza netewî a Kurdan.

Divê Kurd li hemu warê jîyanê de qedrê yekîtîyê u giringîya hevrexebatê bizanin u vê pêwistîyê tu carî jibîr nekin.

HAK-PAR ji berê ve,yekîtîya hêzên Kurdî diparêze u di vê rêyê de xebatê dike.Em bas dizanin ku yekîtîya Kurdan kilîda serketinê ye.

Pistevanî u hevkarîya dinav hêzên Kurdistanîde ji bo welatek azad u demokratîk giringiyek mezine.Yekem sertê serketinê yekîtîye.

Em weki Partya Maf Û Azadîyan / HAK-PAR:

Silav li bawerî u cehda gelê Kobanê a di rêya yekîtî u hevkarîyê de

Em berxwedana hêzên Kurd a li Kobanê pîroz dikin.

Serketina Kobanê ji bo hemu Kurdan sanazîyek mezin e. 27.01.2015

Fehmi DEMIR
Serokê Gistî
Partîya Maf Û Azadîyan / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button