HAK-PAR: Li Rojava divê rêya yakîtîya netewî asê nebe

Li rojavayê Kurdistanê roja 21.01.2014 ‘yan ji alîyê PYD (Partiya Yekitiya Demokratik) ve, bi navê ‘Kantona Cezîrê’ sazumanek hate çêkirin. Ev Kanton ji bajar u bajerokên wekî ‘Til Emir, Amude,Serêkaniy Haseke,Derik, Girkê Legê: Til Koçer: Çilaxa: Dirbesiye: Rojhilatê Qamislo u Rojavayê Qamislo’ pêk tê.
Roja 13 yê adarê (2015) li Kantona Cezîrê helbijartinek herêmî hat çêkirin.Di vê helbijartinêde ji seda pêncî,( %50) helbijêner neçûn ser sedoqê u deng neavêtin.
Bi salane ku xebata Partî u rêxistinên Kurd yên welathiz u pêsveru li Rojava berdewame. Ev hêzên KUrdî bi dehan sale ku li dijî zordestîya Rejima Malbata ESAD tekosin didin u heta îro , gelek ji wan, bedelên mezin jî dane.
Pistî ku nakokîya di nav Surîyê de dest pê kir, ev hêzên Kurd jî xwestin ku di nav xwe de yekîtîyek demokratik pêk bînin u di bereyek netewî de, hêz u karîn u imkanên xwe bikin yek ji bo azadîya Miletê Kurd li Surîyê. Li ser vê helwestê rêxistin u partîyên Kurdî, di gel çend sazumanên medenî u gelek kesên rayedar roja 26.10.2011’yan binavê’Enîya Netewîya Kurdên Surîye) ENKS’yê li bajarê Qamislokê bereyek damezrandin.
Bi banga Serokê Herêma Kurdistanê rêzadar Mesud Barzanî,cara yekem li Hewlêr u cara pasî jî di sala 2014 yan de li DIHOK’ê, hemu hêz u rêxistin u partîyên Rojavayê Kurdistanê berhev bun.ENKS u TEV-DEM jî,di civînê de amade bun.Di civînê de,di warê hemu xebatên siyasî u netewî de besdar lihev kirin.Li vê gorê, wê li hemu navçeyan desthilatên hevbes bihatan ava kirin, siyasetek hevbes,xebatek hevbes wê bI hata mesandin u ,ji bo pêsdabirin u rêvebirina hemu cehd u xebatan dayîna biryarên hevbes wek prensîb hatibu qebul kirin. Ev yekîtî di nav gelê Kurdistana Rojava u hemu Kurdên cîhanê de sahîyek mezin pêkanî.
Wexta ku serê Kobanê sivik bu hêzên hevbes li ser helbijartinên kantona Cezirê misêwre kirin. ENKS radigêne ku’hê zûye ji bo helbijartina herêmî, pisti du mehên dî , bila helbijartin werin çêkirin’ Lê TEV-DEM vê pêsnîyarê qebul nekir u bi tena serê xwe biryara helbijartinan da. Li ser vê yekê ENKS jî ewil vî qirarî sermezar kir u pasî helbijartinan boykot kir u ji hilbijartinê bi pasve vekisîya.
Di encama helbijartina de hate dîtin ku ji sedan pêncî ( %50) yên hevwelatîyên helbijêner naçûne ser sendoqê u rey neavêtine. Ango ev helbijartin ne bi dilê nîvê Kurdên navçeye.
Sedem ku ev helbijartin piranîya Kurdên navçe temsil nake ; neqabile ku were pejirandin. Her wiha ev qerar xesarek mezin daye peymana DIHOKÊ. Ev helbijartin temamê gel temsîl nake. Sedem vê yekê, nayê qebul kirin.
PYD u TEV-DEM careke din dane nîsan ku ji pirdengî u hevkarî u yekîtîya netewî re dilsoz nînin u ew mafên xwe yên rêxistinî li serdetsê mafê netewi u çarenusî digrin.
Em weki Partiya Maf u Azadîyan / HAK-PAR,encama helbijartinên kantona Cezîrê netewî nabînin u vê encamê wek ‘pêkhatina vîyan u iradeya netewî’ qebul nakin.
Ev helbijartin nivê millet temsîl nake, kême, naqis u netemam e.
Ev encam,ne bi dilê hemu helbijêner u hevwelatîyan e.
Ev kiryar,yekitiya kurdan u peymana Dihokê pûç dike u xesarê dide mafên netewîyê gelê rojava.
HAK-PAR bang dike ku li navçe helbijartin were nûkirin u hêzên welatparêz li ser ast u astarê peymana DIHOKê bihevre xabatek hevbes pêk bînin u helbijartinê wek kar u çalakîyek hevbes careke din nû bikin.
Divê rêya yekîtî u hevkarîyê neyê asê kirin.
Eger yekîtî nebe serketin nabe.
Lazime peymana DIHOKê neyê binpê kirin.
Yekîtîya netewî zaminê azadîyê ye.
Fehmi Demir
Serokê Gistî
Partiya Maf U Azadîyan
HAK-PAR
Dengê Kurdistan