HAK-PAR: Li Sûrîyê a kû lazime pergaleke piralî demokrat û federalîye

Li Sûrîyê ev rejima zordesta îro,hê,ji dema hafiz Esad bavê Besar Esad ve bermaye. Baasîyên Sûrîyê bi dehan sale ku tûndayî, dijwarî û zordestîyek bêhempa dimesînin. Rejima nijatperest û fasîst a Sûrîyê zanî ku vê pergala zordar taebed nikare bimesine, dest avête çekan û bi top û qompare û balafiran êris bire ser gelê xwe.Bi top û tanqên rejimê Surîyê wêran û xerabe bû.Gelên Sûrîyê,bi taybet jî, Kurdên Kurdistana Rojava, di rabûrdû de,ji hemû kesî zêdetir bûn hedef û amanca rejima xwînrêj a Sûrîyê.
Îro li Sûrîyê ji alîyek ve, çeteyên DAIS a tundperest;ji alîyê din ve jî, top û tanqên rejima Baas,bi yekcarî Sûrîye, kawil û kanbax kirin.Bi sedan hezar welatî di vî pevçûnê de,hatin kustin û birîndar bûn.Her wiha bi sedan hezar kes ji ber ser û zilm û zordestîyê ji welatê xwe terk- eder bûn u,berê xwe dane welatên devre û ketin rêwengîyek xeter.Gelek ji wana li ser sînoran, yan jî, li ser deryayên mezin telef bûn.Belengazî û perîsanîya gelên koçberên Sûrîyeyî,li ber çehvê civaka navnetewî roj bi roj mezintir bû.
Li dawîyê ji pênc endamên daîmî yên Miletên Yekbûyî, Emrîka û Rûsya,li ser pêvojoya çareserîya Sûrîyê lihev hatin û pêra agirpestek beyan kirin.Niha ser hinekî sist bûyelê hê jî li hîn deveran ser berdewame.Pistî îlankirina agirbestê,ji bo dehatû û servivista Surîyê gengesî unikas destpê kirin.Civaka navnetewî,ji bo paseroja Sûrîyê çend pêsnîyaran bilêv kir.Helbet agirbest tisteke giringe û lazime pirsgirek li derveyê xwin û kustinê, li derveyê atêsgehên leskerî werin çareser kirin.
Em wekî HAK-PAR’ê terefdarê berdewamîya agirbesta Sûrîyê ye û me dîvê kû rojek zûtir hemû terefên li Sûrîyê lihev bicivin û bi sîweyek astîyana çareserîyek mayende û binirx ji bo pirsgirekên Sûrîyê peyda bikin.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê karîn ku desthilata beseke mezin ji erd û axa xwe,bikin destê xwe.Servanên Kurd bi patrewanî li dijê DAIS’ê ser kirin û ji axa Kurdan derxistin.Ev yek ji bo Kurdan mecal û fersendek bas anî pês.Serketina Kurdên Rojavayê Kurdistanê hemû Kurdên cîhanê dilsa û kêfxwes kir.PYD û hêza xwe a çekdar YPG li dijê êrîsên DAISÊ berxwedanek bas pêkanîn û li çend navçeyên herêma Kurdistanê desthilatê girtin destê xwe û îro jî ev ‘kanton’ hê li ser karin.Ev yek, wek sanazî û kûbarîyek mezin hate hisabkirin.Lê mixabin kû PYD/YPG di sûna ku bi hêzên netewîyên Kurd re hevgirtin û yekîtîyek çêke,berê xwe da rejima Baas û bi hêzên dewletê re, kombendîyek pêk anî.Her wiha YPG nehist ku çekdarên ENKS jî werin herêma Kurdistan û li dijê rejima Baas ser bikin.Ev yek hemû Kurdan xemgîn dike û dixe nav fikar û gûmana.
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, radigêne ku divê PYD/YPG dev ji kombendî û hevalbendîya Rejima Baas berde û bi hêzên netewîyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê re, yekîtîyek netewî pêk bîne.
HAK-PAR radigêne ku,rêya çareserkirina pirsgirekên Sûrîyê di komareke piralî û demokrat û Federalî de derbas dibe. Lazime Sûrîyê li ser bingehek wekhev û azad û demokrat, bibe komareke federal û her gelên li Sûrîyê, jîyaneke azad û demokrat bi destê xwe bimesînin.Heqê çarenûsîya neteweyî were naskirin û her kes bigêje edlahî û azadîyê.Rojavayê Kurdistanê jî, bibe herêmek federal û demokratîk.
HAK-PAR bang li Kurdên rojavayê Kurdistanê dike kû li destkevtî û maf û berjewendîyên netewî xwedî derkevin û di nav xwe de yekîtîyek xûrt çêkin.
HAK-PAR, bang li PYD’ê jî dike kû ji têkilî û def û dolavên rejima Baas dûr bikeve û bi hêzên welatparêz û demokratik yên Kurd re, hevalbendîyê bike.Lewra,ya bixêr ev yek e.Heyfe ku Kurd nekaribin li Rojavayê Kurdistanê jîyaneke azad û demokrat bidest bixin.
Navenda Gistî a Partîya Maf û Azadîyan /HAK-PAR
Dengê Kurdistan