HAK-PAR: Mela Mistefayê Barzanî di bîra gelê Kurd de her tim dijî

Serokê nemirê miletê Kurd Mela Mistefayê Barzani, berî 37 salan ji nav Kurdan koçebar bû çû ser heqîya xwe. Rêzdar Berzanî,di 76 sal jîyana xwe de her tim dilê xwe da ber dilê Kurdistanê û di rêya azadîya Kurdistanê de, bê sekin û seqar, bi sev û roj,li dest û çiya û zozanên Kurdistanê di sengerên parastina can û mal û serefa Kurdan de cîh girt û heta axirîn nefesa xwe,tekosîna rizgarîya Kurdistanê bi mêrxasî mesand.Berzani ji bo gelê Kurd wek kela berxwedanê û kela têkoserîyê ye.Lewraye ku navê Berzani di dîroka Kurdistanê de, bi herfên zêrîn hatîye nivsandin
Mela Mistefa BARZANI sala 1903’ê yan hate dinyayê.Ew hê du salî bu di sala 1905 an de,bi dayîka xwe re hate girtin û kete hepsa Diyarbekir.Mela Mistefa pisti dû salan di çar salîya temenê xwe de li Mûsilê disa kete hepsê. Berzani,cara diduyan di 29 salîya xwe de cereke din li Türkiyê, 1932 yan de,hate hepis kirin û du sal ma girtî.Sala 1919 yan çû hewara Sêx Mehmudê Berzenci. BARZANI sala 1920’an de bi Sêx Seid re pêwendî danî. Di sala 1930’yan de,xwe geyande çîyayê araratê û dest da destê Ihsan Nuri Pasa.
Berzani,di sala 1946 an de dema ku li Mahabadê Komara Kurdistanê ava bu di gel hêza pêsmergan vekisîya Mahabadê û bi biryara hikumeta Komara Kurdistanê bu fermanderê gistîyê leskerên Kurdistanê.Pisti ku komara Kurdistanê hilwesîya Berzani derbasî Rusyayê bu demeke dirêj li wir ma.Sala 1958 an ku dema kul i Iraqê Evdilkerim Qasim hate ser kar, BARZANI 6’ê Êlûna sala 1958’an vegerîya Bexdayê.Hikumeta E.QASIM xweserîya Kurdistanê ilan kir û Berzanî bi sêweyek fermî wek nûnerê Kurdistanê qebul kir. Mixabin ku ev dem jî zêde ne ajot.Berzanî careke din berê xwe da çîya û dest bi serê çekdarî kir.
Her wiha sala 1970 yan 1’ê adarê bu destpêka baharek nu ji bo gelê Kurdistanê. Xweserîya Kurdistanê careke din hate naskirin.Ev serketinek bi cos bu û di vê encamê de marifetên Berzanî nayê jibîr kirin.MixabIn ku pisti peymana Iraq û Rusyayê, xweserîya Kurdistanê careke din têkçû û gelê Kurdistanê koçebar bu, kete nava zilm û zordarîyek bêhempa.Berzanî rêveberîya gelê xwe di van mercan de jî mesand û di dilê gelê Kurd de bu wekhêvîyek.Bi peymana Cezayir ji Berzanî serê xwe ne tewand û gelê Kurdistanê teslim nebu li ber xwe da. Serhildana gelê a di bin serokatîya Mela Mistefa de, li Kurdistana basûr heta axirîn nefesa Berzanîyê nemir dewam kir.
Nemir Mela Mistefa sala 1979’an roja 1’ê Adarê jîyana xwe ji dest da û koçê dawî kir.
Berzanî, di diroka Kurdan de navê berxwedan û serhildanê ye.
Barzanî di mejî û fereseta Kurdande efsaneyek e.
Berzani kehle û binyata azadîya Kurdistanê ye.
Partîya maf û Azadîyan/ HAK-PAR Mela Mistefayê Berzanî birêz yad dike.
Latif EPÖZDEMIR
Cigirê Serokê Gistîyê
Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR
Dengê Kurdistan