Nûçe

HAK-PAR: Ne dewleta qanûnan, lê dewleta hiqûqê lazime

JI BO ÇAPEMENÎ Û BIR Û RAYA GISTÎ

Hêzên ewlekarîyê roja 14.12.2014 li stenbol u çend bajêrên din operasyonek li dar xist.Heta niha ji sî kesî zêdetir derdest kirî henin;lêpirsîn hê jî berdewam e.Li stenbolê xebatkar u reveberên SAMANYOLU TV u rojnameya ZAMAN jî hatin binçehvkirin.Ev rudav gelo rasthatineke yan jî manedar e,ev gengesî li alîyek, lê sebeb her çî be bila be, lazme li rojnamevanan bi çehvê ‘teroristî’ neyê nêrîn.Divê hikumet hergiz jî dadwerî u ji hiqûqê veneqete.

Ne dewletek qanûnan lê dewletek hiqûqê lazime.Dewlet ne ku rêzdarê mafê mirovan be, her wiha divê pist u pala xwe bide hiqûq u dadwerîyê.

Di vê operasyonê de mesnet çi bin bila bibin;gerek rê u sêwaz adilane be u hiqûqî be. Lewra îro tu kesek nabe ku li himber bêdadî u niheqîyê bênfireh be. Hiqûq u dadwerî ji herkesi re lazime.Hiqûq u dadmendî dest u pîyê demokrasîyê ne.

Li bîr e, berî çend salan ku bi dehan rojnamevanê Kurd hatin kustin, bi sedan hatin hepiskirin, bi hezaran hatin sucdar kirin u bi sed salan zêdetir ceza ji bo wan dihate xwestin. Kovar u rojnameyên Kurd dihatin qedexe kirin, derdest kirin. Sedem vê yekê bi sedan nuçevan, xwedî u berpirsên kovar u rojnameyên Kurdî hê ji, li sirgûnê dijin. Nivsingeh u ofîsên kovar u rojnameyên Kurdan hatin talan kirin, wêran kirin bombebaran kirin u sewitandin. Zilm u bêdadîyek nedîtî li ser çapemenîya Kurdî hebu.

Partîya me HAK-PAR, herçend ku dîtin u bîr u bawerîya wan parve nake jî, her wiha ku di wextê xwe de ewan jî, hevkarî u pistevanîya dewletê u hêrîsên bêdad kiribun,lê dîsan jî HAK-PAR, bangî hikumetê dike ku ji çarçewa hiqûq u dadwerîyê dernekeve.

Hikumet lazime ji demokrasîyê dur nekeve Îro rêveçunek ber bi yekdeng kirine ve heye. Helwest ewe ku yê neteref bin werin berteref kirin.Ev xeterîyek mezine u gelên Tirkîyê ji vê rewsê dikevin fikar u gumana.

HAK-PAR bangî hemu welathiz u demokratan dike ku rê nedin sazîyek wiha u xwedî li demokrasi u hiqûqê derkevin.

Wekî Partiya Maf u Azadîyan /HAK-PAR), em dibêjin:

-Gelî welathiz u astîxwaz u demokratên welat,

-Rewsenbirno, karker u xebatkar u kes u qewmên bindest u belengaz.:

Eger we navê ku rewsa welat ber bi xirabîyê ve here, roj ev roje, dest bidin hev u rê li ber hemu xirabî u nehizîyan bi yekcarî bigrin.

-Werin em bihevre welatek azad u demokrat ava bikin ku her kes tê de serbilind be, sad u dilsa be.

-Werin ji îro u pê de, em nehêlin ku zilm u zordestî u bêdadî li ser serê tu hevwelatî u nistevanê welat were barandin.15.12.2014

A.Latif EPÖZDEMIR
Cîgirê Serokê Gistî yê
Partîya Maf û Azadîyan

Dengê Kurdistan

Back to top button