Haber

HAK-PAR: Newroz pîroz be! Bila azadî û asitî bê welatê me!

Xwîsk û birayên delal,

Gelê me yê ezîz!

Va ye cardin 21ê Adarê ye, roja serê biharê û Cejna Newrozê…

Ev roj ji bo gelê Kurd her usa roja hêvî û jîndariyê ye, roja berxwedanê ye ji bo azadî.

Hezaran sal berê kalê me Hesinkar Kawa di vê rojê da zora Dehakê Zalim biribû û gelê me ji zulma wî xilas kiribû. Bona vê yekê ev roj ji bo me giranbuha ye, cejn e.

Lê mixabin, pistî hezaran sal îro jî cardin ji bo gelê me rews xirab e. Va ye sedan sal e ku gelê me dîsa bindest e; tê êsandin, tê zêrandin. Welatê me ku bi heyîyên ser erdê û bin erdê gelek dewlemend e, lê miixabin xelkê me betal û xizan e.

Nikare karê welatê xwe bi destê xwe rêva bibe.

Heya nikare zimanê xwe yê delal, Kurdî bi her awayî bi serbestî bi kar bîne; bi zimanê xwe perwerde be.

Bona vê yekê em îro jî bo azadî û bo jiyaneke delal bê westan ber xwe didin.

Ji ber ku pirsa Kurd heya îro gor edaletê û li ser esasên wekhevî çareser nebû, her çû girantir bû, Tirkiye jî rûyê asitîyê ne dît.

Wekî eyan e, ev 30-40 salê dawî jî bi ser û pevçûnan derbaz bû. Lê ser nebû çare him ji bo dewletê him ji bo Kurdan.

Van salên dawî dem bi dem ser sekinî, hêviyek çêbû ku pirsa Kurd bi riya danustendinê, bi rê olaxên astîyane bê çareserkirin. Lê mixabin ev tist nebû. Îro jî cardin serekî xirab çêdibe. Di rûbarî ser da duh bi hezaran gundê Kurdan wêran bûn û bi mîlyonan gundiyên Kurd koçber bûn, vêcar jî bajarên Kurdan wêran dibin, bi hezaran kes jîyana xwe winda dikin û bi sedhezaran kes jî koçber û perîsan dibin.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan vî serî ji bo Kurdan bê mane, bê armanc û wek malwêranî dibînin. Ev ser her usa jî rê li ber sîyasetê digre.

Ev ne serê Kurdan e, beri herkesî zirarê dide Kurdan û xizmeta neyaran dike.

Her usa ev serê qirêj tesîra xwe yê xirab li bajarên Tirkiyê yên Rojava jî dike. Teror û teqîna li Îstembol û Enqerê û mirin û birîndarbûna mirovên masûm nimûne ye.

Bona vê yekê divê PKK rojkî berê dev ji ser berde û rê li ber sîyasetê veke. Dewlet jî divê êdi, dest ji metodên zor û zulmê bi tevayî berde, operasyonan bide sekinandin û pirsa Kurd li ser esasê wekheviyê, bi siklekî federal çareser bike.

Xwîsk û birayên delal,

Gelê me yê ezîz!

Di rewseke usa giran da jî em Newroza we pîroz dikin.

Em hêvî dikin û dixwazin gelê me rojkî berê azad be û asitî, edlayî û demokratî bê welatê me.

Partiya Maf û Azadiyan ‘ HAK-PAR

21 Adar 2016

Dengê Kurdistan

Back to top button