HAK-PAR, PWK, HEREKETA AZADÎ: Gêlê Kurdistanê li himber êrîsên terorî yên Îranê dê serê xwe netewîne
Di 15ê Çileya 2024an de saet 23.30an de, Sûpaya Pasdarên Dewleta Îranê bi gelek firokeyên bêmirov û mûsekên balîstîk êrisî gelek cihên sivîlan ên Hewlêrê kirin.
Di van êrîsan de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes birîndar bûn, di encama sewatê de xisar li malan bû.
Em van êrîsên hovane, dijmirovî û bêperwa yên li dijî Hewlêra paytexta Dewleta Federe ya Kurdistanê sermezar dikin.
Bi taybetî ji sala 2020an û vir ve bi dehan caran Pasdarên Îran ê Terorîst bi hincetên bêbingeh ên weke ‘Em baregehên komên dijî Îranê dikin armanc’, bi mûsek û balefirên bê mirov êrîsî Kurdistanê kirine. Her tim kesên sivîl bûne armanc.
Welatên Dagirker ên cîranê Kurdistanê, bi taybetî jî Tirkiye, dem bi dem bi hincetên cuda êrisan li dijî axa Kurdistanê pêk tînin.
Em dizanin ku ev êrîs ji dijminatiya gelê Kurdistanê û li dijî îradeya gelê Kurd tên kirin.
Lê li gel hemû pursgurêkên heyî jî, Kurdistan herêmeke bi îstîqrar e, gurava pêkvejîyanê û demokrasîyê ye.
Êrîsa li ser Hewlêrê binpêkirina eskere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.
Divê Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navdewletî li hember van êrîsên li dijî herêma Kurdistanê bêdeng nemîne.
Pêwîste Netewên Yekbûyî, civaka navneteweyî li dijî rêveberiya hov a Îranê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û can û mal û milkên sivîlên bêguneh, hem li welatê xwe û hem jî li herêma Kurdistanê tehdîd dike, dengê xwe bilind bikin û divê demildest van êrîsên hovane bide rawestandin.
Gêlê Kurdistanê li himber êrîsên terorî yên Îranê dê serê xwe netewîne
HAK-PAR, PWK, HEREKETA AZADÎ
Dengê Kurdistan