Nûçe

HAK-PAR: Rêz û ihtîram ji bo sehîdên Enfal û Helepçê ye

BÛYERA HELEBÇE MIROVANTÎYÊ TEVIZAND

Li basûrê Kurdistanê, bajarê Helepçe berîya 28 salan, roja 16 yê sala 1988’an, bi tevkustineke dirindehî alaya miroyetîyê serberjêr bû. Balafirên rejima fasist a Baasê, bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayîyên jehrîbar bi ser bajarê Helepçe ve barana mirinê resandin. Li encamê de, nêzîkê heft hezar Kurdê navçe hatin kustin, ji deh hezaran zêdetir kes birindar bun û pênc hezar mal û avahî hatin hilwesandin û kawil kirin. Ev tevkûjî bi navê ‘Qetlîama Helepçe’ kete dirokê. Hê jî, li Helepçe birîna bedena bi dehan kesî sax nebûye. Tevkûjîya Helepçe, di dîroka mirovatîyê de, wek xalek res cîyê xwe girt.

Saddam Huseyn, hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî û xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re sereke tund û dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir. Rejima fasist a Baasê, bi navê ENFALê, seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kustina Kurdan berîte bu. Rejima nîjatperesta Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribu gola xwînê. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kustin. Hest hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin, bi dehan gund ji nexseyan hatin rakirin, pênç hezar mal hatin xera kirin. Basûrê Kurdistanê, di dema ENFAL’ê de, bibu goristaneke mezin.

Komkûjîya Helepçe, li ser derûnîya mirovên navçe tesîrek gelek mezin peyda kir. Ev haletê xîrabûyî, hê jî, dewam dike. Lewra ye ku Helepçe jibîr naçe.

Sala 1988’an, wexta komkûjîya Halepçe, demek bu kû mirovayetî tevizî bu, dilovanî, bêdeng mabu.

Komkûjîya Helepçe ne tenê ji bo Kurda, her wiha ji bo hemu mirovayetîyê drameke mezin bu.

Rejima nîjatperest û dirinde di gel komkûjî û xwînrêjîyê, di dema Enfalê de, bi dehan keçên sêwî û bêkesmahîyên Kurd bi belge û ewraqên fermî wek ‘carîye ‘ firotibu dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Misirê. Ev yek tenê bi serê xwe jî, rûresîyek bêhempa ye.

Li Basûrê Kurdistanê, di dema ENFAL’ê de, ala mirovatîyê, li bin pê bu. û wujdan bêdeng mabu.

Mirovatî, bi kustîyên Helepçe re hatibu kustin. Ev bûyera ku xwîn li bedena mirovan tevizandibu, ne qbile ku were jibîr kirin. Derdê Helebçê wek derdek bêderman derbasî diroka mirovatîyê bu.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, di serde komkêjîya ENFAL û HALEPÇE û her wiha hemu tevkûjîyên dirinde, bi tûndî sermezar dikin.

Enfal û Halepçe rûpelek resîn di dîrokê de û tû carî nayên jibîr kirin.

Rêz û ihtîram ji bo sehîdên Enfal û Helepçê ye. 16. 03. 2016

Latif EPÖZDEMIR
Cîgirê Serokê Gistîyê
Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button