HAK-PAR: Riza Baran koça dawî kir

SERSAXÎ
Gelê Kurd welatperwerekî din jî, ji dest da. Belê, Riza Baran ji pistî nexwasîyeke bi salan ra, di 04.05.2020 an da koça dawî kir. Gelê Kurd bi mirina Riza Baran va, lobîyîstek, zanayek, çalakvanek wenda kir.
Welatparêzê gorbihust ji Kurdên Enedolîya navîn bû. Di sala 1963 yan da, ji bo xwendinê hatibû Elmanyayê. Ji pistî xwandina xwe ya li bajarê München û Hannoverê ra, 1970 da derbasî Berlinê dibe û dest bi karê mamostetîyê dike. Lê di warê pirsa Kurdî da jî vala nasekine û ji bo dannasîna pirsa Kurdî, digel sazîyên Elmanan têkilîyan datîne. Baran di nava sendîqa mamosteyan (GEW) ji bo perwerdeya zimanê Kurdî, ji bo zarokên Kurdan xebateke bêhempa mesand, her wisa di damezirandina KOMKAR da besdar bû, bi keda xwe ya di komela Berlin da, roleke mezin leyîst.
Riza Baran salên 1992 heya 1999 an di nava partîya Keskan da aktif polîrika mesand, wek parlamenter, di warê pirs û pirsgirêkên penaberan û entegrasyona biyanîyên ku, li Elmanya yê dijîn, roleke giring leyîst. Ji ber wan çalakîyên gorbihist saredarîya bajarê Berlînê xelatek pêskêsî wî kir.
Ji ber karê mamostetî û polîtika aktif Riza Baran heya demekê, karê Komela KOMKAR-Berlin jî birêve dibir. Riza Baran mîrovekî çalak, nefsbiçûk, rastgotî bû.
Em wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR vî karê Riza Baran, yê Kurdewar û welatperwarane gelekî bilind dinirxînin, ji bo vê xizmeta ku, wî ji bo Kurdan kirîye, sipasdar in.
Em xemgînî û êsa malbata Riza Baran, heval û hogirên wî, her wisan hezkiryên wî parve dikin, serê we tevan, serê me hemûyan sax be.
Riza Baran ji kîsê Kurdistanîyan çû. Cîhê wî bihust be. Ruhsad be.
05.05.2020
Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Dengê Kurdistan