HAK-PAR saxa Agirî civîna xwe pêk anî
HAK-PAR saxa Agirî di roja 15.01.16 de civîna xwe pêk anî. Di civînê de komiteya rêvebir ya nû hat hilbijartin. Endamên rêvebirîya Hak-Par’ê ya nû ji van kesan pêk hat: Sahin Atmaca , Ismail Kutlu, Siddik Sucu, Kasim Kaya, îhsan Aktepe.
Besdarên civînê li ser kar û barên partiyê, pêwîstî, kêmasî yên heyî di xebata HAK-PARê anîn ziman. Di eynî wextê da dan xuyakirin ku hêvîya zindîkirin û pêsdabirina xebat û çalakîyên partîyê li ba komîteya nû bilind e û pêseroja partîyê û gelê me ronî ye.
Endamê Meclîsa HAK-PARê birêz îlhan Çetîn jî di civînê de amade bûbû. Çetîn bi kurtî behsa rewsa siyasî ya Kurdistanê û Tirkîyê kir. Wî bi taybetî li ser rola partîya HAK-PARê di nav tevgera Kurd a welatparêz de dîtinên xwe anî ziman û got ’em dest bidin hev bixebitin emê layîqî pistgirîya gelê xwe bin. Li Agirîyê jî, gelê me vê xeta sîyasî ji berê de nas dike. Pê bawer e. Em hemû dizanin ku di salên 70 û 90î de bi xurtî pistgirî daye wê. Eger partîya me bi sêweyekî cîddî li meydana xebatê xuya bike ewê dîsa pistgirîya xwe texsîr neke.’
Ev dîtin ya hemû besdaran bû jî. Civîn bi hêvî û kelecaneke nû gihîst dawîyê.
Dengê Kurdistan