HAK-PAR SERDANA HIZBA DEMOKRATA KURDISTANA ÎRANÊ KIR

Îro roja Yeksemê, Partiya Maf û Azadiyan ‘ HAK-PAR ji bo xurtkirina têkiliyê ya bi partiyên parçeyên din re, bi serperestiya Serokê Gistî yê HAK-PARê Letîf Epozdemîr, Cîgirê Serokê Gistî û Berpirsê Peywendiyên Derve Zana Sezen, Endamê Meclîsa Partiyê
Ramazan Tosun, Endamên HAK-PARê Omer Kus, Remzî Nîgît û Ebdullah Oflas serdana baregeha Hizba Demokrata Kurdistana Îranê kir.
Ser navê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî (Serokê Gistî), Hesen Serefî (Cîgirê Yekem ê Serokê Gistî), Mihemed Nezîf Qadirî (Cîgirê Duyem ê Serokê Gistî) û Fûad Xakî (Endamê Desteya Kargêriyê) pêswaziya heyeta HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên çar parçeyên Kurdistanê, xurtkirina têkiliyan û rêzgirtina xebatên parçeyan hate kir.
Serokê Gistî Letîf Epozdemîr agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewsa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir.
Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan re xwest. Peywendiyên di navbera her du aliyan de mijareke din a civînê bû.
Serdana Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR pistî xatirxwestinê bi dawî hat.
NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR’Ê
Dengê Kurdistan