HAK-PAR serdana ofisa Stenbol a ENKS’yê kir

Cigirê Serokê Gistîyê HAKPAR’ê Latif EPÖZDEMIR, serokê saxê Stenbolê M.Baki ASLANARGUN u endamê partiyê Xalit KUTAY,serdana ofisa ENKS ( Enîya Netewîya Kurdên Sûrîye) a Stenbolê kirin.Li ser navê ENKS’Ê birêz Qasim Ehmed pêsewazî li heyeta HAKPAR’Ê kir. Herduk ali liser buyer u rûdanên parçeyên Kurdistanê sekinîn u bi taybet rewsa gelê Kurd a Rojavayê Kurdistanê di civînê de hate nirxandin.
Birêz Qasim EHMED di hevdîtinê de, derheqê rewsa navçe wiha got:’ Li gor agahîyên ku geyistine destê me niha li Hasekê sereke tund u dijwar didomîne. Mixabin ku hêzên Kurd hê jî yekîtiyek saz nekirine heta ku ji bo azadkirina axa Kurdistana rojava u rizgarkirina Kurdên rojava hêsantir bibe. DAIS him li himberê rejimê u him j îli himberê hêzên Kurd, ser dike. Rewsa Kurdên navçe niha nebase.Gelek kes koçebar bune, gelek xanî u avahîyên starê ji ber topbaranê hatine xwarê u gelek gund u bajarok her weki Kobanê kavil bune , bune wêrane.Lazime Kurd hemu hêzên xwe bigêjînin hev u bi hevre tekosînê bidin.Yekîtî, zaminê serketinê ye. Lê pir mixabe ku YPG xwe nêzîka yekitiyek netewi nake.Wisan xuya dike ku hêzên koalisyonê u HPG hevahengin u li dijî rejimê u DAISÊ bihevre têdikosin.Ji bo lihevhatina ENKS u YPG cehd u xebatên me berdewam in.Me divê ku enîyeke netewi u demokrat li rojava were danîn u xebat dibin kontrola wê de be.’
Latif Epözdemir jî di axaftina xwe de li ser yekîtîya hêzên welatparêz sekinî u behsa dek u fenên dewletên dagirker kir. Cigirê serokê HAKPAR’Ê di axaftina xwe de wiha got:’ Rêya serketinê di yekîtîyê de derbas dibe. Hebuna ENKS’ê ji bo Kurdên rojava wek gavek giring u pêwist dinirxînin.ENKS bereyek welatperwer u milliye.Lazime hemu Kurdpistevanîya yekitiya netewi bikin.YPG divê vegere ser lihevahtina DIHOKÊ u xetek milli deyne ber xwe,dii xebata avakirina bereyek netewi de rola xwe bîne cî.îro rojhilata navîn dikele.Ser u pevçun u xeter li her alîyê navçe berdewame. Kurd azadîya welatê xwe dixwazin lê,dewletên dagirker u kolonyalist u hêzên terorist li himberê maf u berjewendîyên gelê Kurd bi tundî ser didomînin.Lewra ne tenê Hêzên rojava, her wiha lazime hemu hêzên Kurd u Kurdistanî hisê wan her tim li ser Rojava be,pistevanîya berxwedana azadixwaz a gelê Rojava bike.YPG heta ku destê biratîyê dirêjê rêxistinên din yê Kurd neke, bi teba serê xwe ser nakeve,gelê Kurd nagêjînê azadiyek rasteqin.’
Pasî herdu alî li ser kar u xebatên Stenbolê sekinin u pêsnîyar kirin kul i Stenbolê dinav pewendîy3en zindî de bin u bihevre tevbigerin.Ofisa ENKS her tim derheqê rewsa Rojavada agahîyên didest bi Hakparê re parve bike u cehd bike ku rayeke terefgîr li Stenbolê peyda bibe.Civîn di hewayek dostane u dilînîde, pisti saatek kûta bu.
Dengê Kurdistan