HAK-PAR: SEROKÊ DAMEZRÊNERÊ HAK-PAR’Ê ABDULMELÎK FIRAT HERDEM DI BÎRA ME DE YE

Birewer, rayedar, sîyasetmedar û rewsenbîrê Kurdistanê, neviyê serokê tevgera Sêx Seîd, dildarê tevgera Kurd û Kurdistanê, damezrêner û serokê rumetê yê Partiya Maf û Azadîyan HAK-PAR’ê Abdulmelîk Firat 11 sal berê di roja 29. 09. 2009’an de, jîyana xwe ji dest da.
Serokê damezrênerê HAK-PAR’ê nevîyê Sêx Seîdê Pîranê bu. Firat, di hilbijartinên parlementoya Turkîyê a dewra 11, û 19.’yan de, ji Partîya Demokrat wek mebûsê Erzerûmê hate bijartin. Melik Firat di cuntaya 27’ê gulanê de hate girtin û wekî du salan li Zincirbozan’ê ma hepiskirî.
Pistî têkçûna tevgera netewî a sala 1925’an, serokê tevgerê Sêx Seîd û gelek endamên malbatê hatin darvekirin. Gelek kes jî hatin sirgûn kirin. Di sala 1929’an de dema ku zagona ‘Taqrîrî Sikûn’ hate rakirin, endamê malbatê yên sirgûnkirî karîn vegerine welat. Lê mixabin ku milk û malê malbatê, ji alîyê dewletê ve, hatibu radestkirin. Bi derxistina zagona ‘Soyadi’ (pasnav) dewletê, wek pasnav FIRAT li malbatê kir. Mixabin ku, malbat di sala 1935’an de, careke din hate sirgûn kirin. Di sala 1947’an de di zagona ‘Mecburi Iskân Kanunu’ de guhertin çêbun, li dawîyê malbat dîsa vegerîya Hinûsê.
Avakar û damezrênerê Partîya Maf û azadîyan Abdulmelîk Firat, ji xeynî zimanê dayîkê Kurdi,bi Turki, Erebi, Farisî, Frensizî û Ingilîzi jî dizanîya. Melik Firat di dema xwe de, yekem parlementerê Meclîsa Turkîyê bu ku ya hindik bi ses zimana dizanîya.
Serokê yekem yê Partîya me, Abdulmelik Firat, mixabin hê di dema amdekarîya damezrandina HAK-PAR’ê de, nexwesîya xwe a bêkeys destpêkiribu. Dîsan jî Abdulmelik Firat ev rewsa xwe, qet ne kir hincet û neda pês xebatên siyasî. Wan rojan, di wan mercên dijwar û zehmet de jî, bi hemû hêz û karîna xwe xebata Kurdayetî domand. Abdulmelik Firat’ê nemir, heta roja dawî a temenê xwe, bi hestên netewî û bawermend ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê xebitî.
Abdulmelîk Firat, kûrê Sêx Sabedînê birazîyê Sêx Seîd bû. Her wiha keça Sêx Seîd Eysan Xanim, bi Sêx Sabedîn re zewiwicî bu. Lewra Abdulmelik Firat him nevi û him jî birazîyê Sêx Seîd Efendî ye. Firat ji, babê Mahmut Fevzi Firat, Abdülkadir Firat, Abidin Firat, Süreyya Firat bu.
Ew kesekî xwesbîn, bawermend û demokratekî nûjen bû. Rayedar û ronakbîreke bijare, rûspî û zanayekî miletê me bû. Hemû hevrêyên wî yên dinav HAK-PARê de, sahidin ku Melik Firat, her dem baweri bi pirdengî u pirrengîyê dianî û ji bo pêkanîna vê helwestê, gelek hewildar bû.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR’ê, Serokê damêzrênerê Partîya me Abdulmelik Firat bi rêz û hûrmet yad dikin û emê di têkosîna xwe de herdem navê Melik Firat bidin jiyandin.
Spas ji te re, ji dilovanî, dilsozî û xebata te re. Sipas ji te û rêhevalên te yên ku vê partîya biqedir ji bo gelê Kurdistanê damezrandin û pêskêsê milet kirin.
Miletê Kurd minetdar û sipasdarê te ye rêzdar Abdulmelik Firat.
Ruhsad bî, nav û dengê te, her dem li bîr û bêpayan bî. 29.09.2020
Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Dengê Kurdistan