Nûçe

HAK-PAR: Serokê rûmetê yê HAK-PARê Abdulmelîk FIRAT herdem di bîra me de ye

Birewer, rayedar, sîyasetmedar û rewsenbîrê Kurdistanê, neviyê serokê tevgera Sêx Seîd, dildarê tevgera Kurd û Kurdistanê, damezrêner û serokê rumetê yê Partiya Maf û Azadîyan HAK-PAR’ê Abdulmelîk Firat berîya 8 salan di roja roja 29. 09. 2009’an de çû ser heqîya xwe.
Serokê rûmetîyê yê Partîya me, Abdulmelik FIRAT, mixabin hê di dema amdekarîya damezrandina HAK-PAR’ê de, nexwesîya wî a bêkeys xwe nîsan dabû. Dîsan jî Abdulmelik Firat ev rewsa xwe, qet ne kir hincet û neda pês xebatên siyasî. Wan rojan, di wan mercên dijwar û zehmet de jî, bi hemû hêz û karîna xwe xebata Kurdayetî domand. Abdulmelik FIRAT’ê nemir, heta roja dawî a temenê xwe, bi hestên netewî û bawermend ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê xebitî.
Ew kesekî xwesbîn, bawermend û demokratekî nujen bû. Rayedar û ronakbîrek bijare, rîspî û zanayekî miletê me bû. Hemû hevrên wî yên nav HAK-PARê de sahidê wê ne ku wî her wext baweri bi pirdengî u pirrengîyê dianî û ji bo pêkanîna vê helwestê, gelek hewildar bû.
HAKPAR Serokê damêzrêner û serokê rûmetê yê Partîya me Abdulmelik Firat bi hurmet yad dike û dê di têkosîna xwe de herdem navê bide jiyandin.
28.09.2017
HAK-PAR
Partiya Maf û Azadiyan

Dengê Kurdistan

Back to top button