HAK-PAR: TÊKOSÎNA LI DIJÎ REJÎMA KOLONYALÎST A ÎRANÊ MANÎDAR E

JI MEDYA Û ÇAPEMENÎYÊ RE:
Rejima kolonyalîst a Îranê bi mesandina siyaseta xwe ya nijatperest, kolonyalîst û mezhebî, li hundir û derva dibe sebebê ne razîbûn û dijberîyê. Xwepêsandanên ku li Teheran û Meshedê dest pê kirin, li Kurdistanê jî belavbûn. Li gelek bajarên Kurdistana Rojhilat xwepêsandan berdewam dikin. Li Kirmansahê û Lorîstanê çalakvan hatin gullebarankirin.
Li gor agadarîyên medya herêmî, seva borî, pistî êrisên hêzên rejima Îranê li Kurdistanê li Eyelata Lorîstanê, bajarê Dirûd ses kes, bi navê Hemze Lesînî, Muhsîn Wîraysî, Mihemed Çubak û Husên Resnû û du kesên din hatin sehîdkirin.
Li bajarê Kirmansahê jî xelk derkete ser cade û kolanan, li dijî bahabûnê û zamên bilind rejim protesto kirin. Çalakîyên astîyane kirin. Di nav durusmên wan de, sloganên wek ”Azadî ji bo girtîyên siyasî” û ”Bimre diktator Ruhanî” jî hebûn.
Li gor dazanên Rêxistina Mafên Mirovî, hêzên ewlekarîya îranê, di çend rojên borî de, li Merînaê navçeya Sewlawa ya ser sînorê Kurdistana Rojhilat û Basûr kesek bi navê Kerîm Mihemed kustin.
Li alîyê din, Dadgeha Bilind a Îranê, roja 19ê kanûnê 2017, dardakirina cuwanekî kurd ê 18 salî bi navê Mihemed Kelhur pejirand. M. Kelhur 3 sal bû girtîyê zînadanê bû.
Li gor dazana malpera mafên mirovî ”Hengaw”, rejima kevneperest û kolonyalîst di nav deh rojan de li bajarê Kirmansahê 6 kurdên girtî infaz kirin. Dîsan li gor malperê di neh mehên borî de jimara girtîyên Kurd ên dardakirî gihîsîye 12 kesan.
Înfazeke din jî li Kurdistanê, li hêla Ormîye û Serdestê li navça navbera bajarokê Bêtûsê û gundê Meznê de du ciwanên Kurd bi destê hêzên ewlekarîya Îranê hatine sehîdkirin.
Li gor raportên çavnêrên navneteweyî yên mafên mirovî, li Kurdistana Rojhilat 21 rojnamevanên Kurd, roja 21ê Nîsanê hatine girtin û heta niha jî girtî ne. Li gor eynî raportê ji wan rojnamevanên girtî 7 kes ji Mahabadê, 8 ji Glaleya Kirmansahê û 3 kes jî ji bajarê Banê ne.
Ji ber ku rejima kolonyalîst a Îranê hemû derîyên xwe ji Cîhanê re girtine, rastî nayê zanîn ka jimara kustîyan, înfazkirî û girtîyên zîndanan çendin. Ew zext û zordarîya ku rejima Îranê li hember kurdan dimesîne bi hîç sêweyekî ev neheqî nayê qebûlkirin.
Rêxistinên Kurdistana Rojhilat ên ku li hember rejima kolonyalîst serê çekdarî dikin PDK-Î û KOMELA bi hev re beyaneke hevbes a çapemenîyê belavkirin û di wê de dîyar dikin ku ”Hêvîya gel êdî ji sozên daîmî yên Ruhanî nemaye, û naxwaze pista xwe bi hukumetê ve girêde û pê bawer nake. Gelê Kurdistanê her wext pêsengîya xwepêsandana kirîye û niha jî pisgirîya gelê Îranê dike. Loma em ji Civata Navneteweyî daxwaz dikin ku daxwazên gelê Îranê bibînin û pistgirîyê bidinê.”
Wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, em têkosîna ku li Îranê, dijî rejîma kolonyalîst a Îranê bilind dibe, manîdar dibînin.Em dibêjin; Ev dîktatorîya nijadperest a Mollayan, ya dijminê azadîxwazî û demokrasîyê liv î welatî, divê rojekê zûtir ji desthilatîyê bê dûrxistin. Em pistgirîya têkosîna ku ji bo hilwesandina rejima kolonyalîst ya ku armanca wê anîna demokrasîyê ji bo Îranê û azadî ji bo Kurdistanê dikin. Ev rejima dîktator ku rojekê zûtir bê rûxandin, li sûna wê sîstemeke demokratîk û federal bê avakirin, ev ê ji bo astî û aramîya herêmê jî gelekî bas be.
Em pisgirîya têkosîna gelên Îranê ya ji bo demokrasîyê dikin.
Bimre rejima dîktator a Îranê! Bijî azadî û demokrasî!
Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR
Buroya Çapemenîyê
Dengê Kurdistan