HAK-PAR û Kurdên bakur
Weke diyar ku bi awayekî gistî û bi taybetî jî em kurdên bakur ji hev belavbûn û perçebûnê têr nabin. Rêxistinekê dadimezirînin da ku em bikaribin ji bona azadiya gelê xwe kar û xebatekê bikin. Lê pistî demekê mirov dibîne ku ew partî an rêxistina ku hatibû damezirandin, dibe çend perçe û her perçekê wê xwe rastir dibîne.
Li gor wê rastiya xwe jî heta demeke kurt li ser nigê xwe disekine û jê û pêve ew perçê ji tevayiyê qetiyabû namîne. Ne tenê ew namîne bi xwe re çend kadirên zîrek, endamên çalak jî tune dike. Û li ser vî asasê perçebûnê roj bi roj kadirên kurdan yên karê rêxistiniyê dikin, kêm dibin. Ev her di dîroka me kurdan de weha bû ye. Loma jî heta niha partî an jî rêxistineke bi rastî li ser asasê neteweyî û bi hêz ya me kurdên bakur tune ye. Lewra jî em nikarin ji bona azadiya gelê xwe roleke bas û pêskêsiyeke li gor pêwîstiya gelê xwe bikin.
Ev hal û perçebûna me kurdên bakur bi salan e weha domandiye. Lê çi mixabin hema carekê jî be partî, rêxistin, kes û kesayetiyên me li ser vê bi durustî û zelalî ranewestiyan û nirxandineke bas nekirin e ku bêjin; ‘bes e êdî divê em yekîtiyeke xwe ava bikin’ Baweriya min ew e ku ev babet di jiyana kurdên bakur de xalek ji xalên herî girîng e. Heta niha ev pêk nehatibe, ev nayê wê wateyê ku wê heta heta weha jî here.
Weke tê zanîn ku hilbijartina saraderiyan li tirkiyê û li bakurê kurdistanê di nêzîk de dibe. Loma divê kurdên me yên bakur ji niha de dest bi amadekariyên hilbijartinê bikin. Ji bona ku dereng nemînin û bikarinibin di vê hilbijartina bê de bibin xwedî nerîn, deng, reng, gotin û desthiladariyekê, bêyî ku wext derbas bikin, divê dest bi çalakiyan û xebatên bi hevre karkirin û amadekariya hilbijartinê bikin. Min nerîn û dîtina xwe ya ku divê kurdên bakur çawa û bi kê re li ser çi asasî hevkariyan bikin, destnîsan kiribû. Niha jî ez ê vê hinekî vekim û a xwe bêjim:
Divê em bibînin û tê bigihêjin ku dermanê azadî û serbestiya kurdên bakur tenê bi yekîtiya wan dê pêk bê. Lê yekîtiyeke çawa û li ser çi asasî?
Asas diyar e ew jî netewebûn e. Yekîtiyeke çawa? Bi kê re? Û li gor çi asas û helwestê divê tevbigerin. Min berê çerçeweya wê jî danîbû. Heger em li gor wê dest bi xebatê bikin, em ê bikaribin di vê hilbijartina bê de bibin xwedî nerîn û desthilatdariyekê. Na heger em dîsa jî weke her car her yek bi serê xwe, her grubeke bi ya xwe bike, her dengek ji derekê bê û her partiyeke bêje; vaye ez heme were tevlî min bibe aha di virde em ê dîsa hemû weke carên berê wenda bikin. Ji xwe em kurdên bakur hê jî fêr nebûne ku fersendên dikeve destê me, wê li gor berjewendiya gelê xwe û li gor rojeva têdene bi kar bîne.
Kurdno; divê em vê bas bizanibin ku di tu partiyan de kesên endam sedî sed weke hev difikirin tune ye.Ev tistekî maqûl û heqê kesan e ku her yek ya xwe bêje û bixwaze li gor nerîna xwe dîtinên xwe eskere bike. Lê hin caran mirov ji bona berjewendiya gelê xwe, berjewendiyên xwe ê sexsî ya davêje ya jî heta demekê bincil dike da ku mirov bikaribe bihevre kar bike.
Ji ber vê ez dibêjim ku berjewendiya me kurdên bakur tevan di yekîtî û bi hevre karkirinê de heye. Madem wisa ye divê em wê xeleka ku bikaribe me bi hevre girê bide bibîne û li gor wê jî em xwe weke xelekên zîncîrekê bi hev girê bidin. Dema em weha bikin wê kes nikaribin wê zîncara ji bona azadiya gel xelekên xwe kirin yek, biqetîne.Mesele ewqasî rehet û zelal e.
Niha rewsa bakurê Kurdistanê diyar e ku hin dixwazin wê berbi Kemalîzmê de bibin, hin naxwazin ji derî wan tu kesên din di nava xebatê de hebin. Hin dixwazin tenê her tist bi destê wan û li gor gotina wan bibe. Ev li gor min dîktatoriyeke modern e. Loma pirs ew e ku divê kurdên bakur çi bikin?
Heger kurdên bakur bixwazin xwe û welatê xwe azad bikin. Divê berê xwe azad bikin da ku bikaribin nerîn û dîtinên xwe bi awayekî azad bijin. Dûre jî li gor li hevkirinekê mirov xwe di bin sîwanek neteweyî de dicivîne da ku xwe ji ber terezê biparêze. Ma vana zehmet e. Helbet NA.
Ji ber vê ez dibêjim ku niha partiyeke li ser xeta welatparêziyê ye û bi awayekî dilsozane ji bona gelê xwe kar dike heye. Ew li gor hêz û qaweta xwe di nav kar de ye. Ev partî li gor min HAKPAR e. Hapkar e dibêjim, lê ev nayê wê wateyê ku ew jî bi her awayî li gor dilê herkesan e. Ji xwe tistekî weha ne pêkan e. Divê hakpar jî xwe li gor sert û mercên îro hinekî biguherîne ango firehtir bifikire ku bikaribe hemû kurdên li ser xeta welatparêziyêne hembêz bike. Divê ew jî guhdariya kes û kesayetiyan bike, li kêmanî û sasiyên xwe hay bibe.
Tehamula rexneyên dilsozane bike.Heger hinan rexne lê girt jî divê ew yek ser ji wan kesana nexeyîde, hêrs nebe, tûre nebe, ji ber ku berpirsiyarî karekî giran e.
Li gor vê jî pêwîst e kurdên me yên niha ji hev belawela jî divê xwe tam û teqûz bikin û bizanibin ku bêyî yekîtî û hevkariyekê dê azadiya gel tu caran pêk neyê. Loma dibêjim; Tu sedema ku kurdên welatparêz li hev nekin tune ye. Îro tenê ji bona me xetek maye û ew jî xeta berjewendiya gel û azadiya wî ye. Ez bawerim hakpar niha li ser xeta netewa kurd e. Pistî ku brêz Kemal Burkay bûye serokê wê, xeta wê zelal, nerîna wê êdî diyar û helwesta wê eskere ye.
Li gor vê, banga min jî ev e ku divê kurdên me ji niha de li gel hapkarê bikevin nava têkilî û danûstendinan da ku bikaribin rê û pirsa çareserkirina kurdan û bi hevre karkirinê bibînin. Pêwîstiya ku hemû dem û dezgeh xwe fesh bikin tuneye. Bila her partî û rêxistinên me hebin lê ji bona berjewendiya xwe û ya gelê xwe pêwîstiya ku hêza xwe bikin yek heye. Ev jî îro li gor min di bin siwana HAK-PARê de dibe û dibînim.
Heger di vê pêvajoya nû de hevalên pdk-bakur serê xwe rakiribin û dixwazin kar bikin, ez bawerim di qada eskere de bi hakparê re karkirin wê di berjewendiyê wan jî de be. Heta ku mirov xwe di qada eskere de çalak bike gelek wext û zeman lazim e. Ji bona wext wenda nebe û em hemû bikaribin bi hevre pêsî li siyaseta sas bigirin, divê em îro li gel hev bin. Ji bona agirê lozana dudan li me nebare divê pdk.bakur vê bike. Lê sibê wê li gor hêza xwe, destûr û bernameya xwe, nerîn û dîtina xwe, xwe bi rêxistinî bike û di qada eskere de wê li bakurê kurdistanê û li tirkiyê xeta xwe diyar bike, ew jî heqê wê ye . Lê niha û di vê hilbijartina bê û li gor sertên ku îro welat têde ye divê li gel hakparê li ser asasê bratî û wekheviyeke siyasî kar bikin. Helbet biryar ya meclîsa pdk-bakur e.
Ez weha bawerim ku ev ango tistên min got nebe, em ê di tu waran de êdî bi sernekevin û dibe ku êdî em bi hevre têkiliyan jî nekin. Heta dikarim bêjim ku di rojên pêsde êdî ew fersenda ku em bi hevre kar bikin dê peyde nebe. Heger em ji niha de sert û mercên bi hevre karkirinê nebînin û wê nexin jiyanê, ji bona wê gavan navêjin, wê her tist li gor sêrinkirina Kemalîzmê û bi cihkirina lozana dudan bimese. Ji bona doza me ya neteweyî têk here, ji berê de hin li ser kar in. Projeya amadekirî li ser rê ye. Heger xelk jî êdî bikevin ser wê rêyê dê vegera wan jî zehmet be.
Têbinî: Êdî dibistanê ketin betlanê. Her weha em jî bi vê havîna germ dikevin betlanê. Loma jî dibe ku êdî ez weke berê ji we xwendevanên hêja re nenivîsînim. Heger min mecal hebe ez ê binivîsînim, Mecal nebû jî heta pistî havînê bimînin di xêr û xwesiyê de. Her weha li ser yetiya kurdên bakur ez nivîsa xwe ya di sala 2005an min nivîsî bû, wê jî bi we re parve dikim. Kesên bixwazin dikarin wê jî bixwînin.
Bûbê Eser