HAK-PARê 13-mîn salvegera xwe li Dîyarbekirê bi sahîyekê pîroz kir

HAK-PARê 13mîn salvegera xwe li Dîyarbekirê bi sahî pîroz kir. Di sevahenga ku ji alîyê HAK-PARa Diyarbekirê ve di roja 6 ê Sibatê de hatibû amadekirin, Kemal Burkay jî besdar bû.
Serokê Gistî yê HAK-PARê Fehmî Demîr plakatek ku li ser ‘Di Rîya Azadî de 50 Sal Sipas Kemal Burkay’ hatibû nivîsandin peskêsî Kemal Burkay kir. Burkay ser vê yekê axaftineke kurt kir û sipaya xwe ji rêvebirên partîyê û hevalên xwe yên partîyê re kir û 13 salîya partîyê pîroz kir. Burkay di berdewamîya axaftina xwe de weha got:
“Gelek ji van kesên ku aniha li vêderê amade ne, bi kêmanî 30, 40 salên xwel di nav xebata azadîya gel û welat de derbas kirine. Me ne ji bo pere û post, ji bo îdealekê siyaset kir. Ji bo azadîya gelê xwe têkosîn kir, em li alîyê bindestan sekinîn. Ev têkosîn ne hêsa ye. Eger temenê me têrê neke, ez bawer dikim yên ku li dû me tên wê vê doza bi seref bidomînin û bighînin armancê.”
Di bernameya çandîya sevê de ku ji alî Latîf Epözdemîr hat mesandin, hunermendên hezkirî Hozan Fatê, Semra û Firat Baskale stiran û meqamên xwes pêskês kirin. Di sevê de Serokê Gistî yê HAK-PARê Fehmî Demîr, endamên Dîwana Serokatîyê û Meclîsa Partîyê û her weha gelek sîyasetmedar û rewsenbîr jî amade bûn. Di nav wan de Serokê Gistî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardas, Serokê Gistî yê KADEP Lutfî Baksî û Serokê saxa Dîyarbekirê Civanroj Oruç, nûnerên PDK-Bakur Mehmet Emin Xurxori, Siyasetvan nivîskar Ibrahim Güçlü, serokê PAK saxa Dîyarbekirê Nurullah Timur û hevalên xwe û gelek mêvan hebûn. Sevahengê bi stiran û govandan domand heta derengê sevê.
Di destpêka sevê de serokê Saxa Dîyarbekrê a HAK-PARê Vasif Kahraman û dûra Serokê Gistî Fehmi Demir bi kurdî û tirkî gotar xwendin.
Vasif Kahraman di axaftina xwe de got ku HAK-PAR 13 sal berê wek projeyeke yekîtî hat damezranin. Ew di erasa sîyasî de xwedîyê giringîyeke mezin e, di nav kar û xebatê de ye û roj bi bi roj bi hêztir dibe. Kahraman di beredwamîya axaftina xwe de bal kisande ser giringîya cîyê Dîyarbekirê ya di jiyana sîyasî, çandî û aborîya welat de. Wî herweha li ser pêwîstîya têkosîna sîyasî ya astîyane kir û got çek êdî li ber firebûna zemîna têkosîna gelê kurd û biserketina wê astengeke mezin e. Loma jî rawestandina ser di berjewendîya gelê kurd de ye. Em wek HAK-PAR pistgirîya vê yekê dikin.
Fehmi DEMIR:
Werin em HAK-PARê bikin platforma welatparêzên Kurd
Serokê Gistî Fehmi Demir, pistî ku xêrhatin da besdaran, gotarek xwend. Demîr got ku HAK-PAR wê ji bo bidestxistina maf û azadîya Gelê Kurd xebata xwe berfiretir bike, û ramanên xwe bi berdewamî bîne ziman û di eynî wextê de bibe adrêsa sêweyekî nû yê têkosînê. Demîr di berdewamîya axaftina xwe de bi kurtî li ser rewsa sîyasî ya Rojhilata Navîn rawestiya. Wî balkisande ser sikestina statukoya ku welatên dagirker li ser gelê Kurd ferz kirin.
Demir bi kurtî ev dîtin anîn ziman: ‘Gelê Kurd li Iraqê statuko xirab kir û azad bû. Wisa xuyaye ku kurd li Surîyê jî eger sasîyên mezin nekin wê azadîyê bi dest xwe ve bînin. Hemû dewletên ku mafên Gelê Kurd jê stendine bila bas bizanin ku gelê Kurd statukoya heyî qebûl nakin, ev statuko mecbûr e bê guhartin.
Hukumeta Kurdistana Basûr bi pistgirîya navneteweyî, bi serê pêsmergeyê qehrman bersiva ISID da. Herweha Kobanê jî di saya hevkarîya kurdan û pistgirîya navneteweyî hat rizgarkirin. Di vê demajoyê de gelek ders û tecrube hene ku em jê sûdê wergirin.”
Serokê Gistî Fehmî Demîr di berdewamîya axaftina xwe de got; Li Tirkîyê ev du sal e ‘Pêvajoya Çareserîyê’ dom dike.Vê pêvajoyê hîna tu encameke berbiçav nedaye. Wê encam çi be û çawa be, em jî nizanin. Wek partî me hevdîtin û dîyalogan erênî pêswazî kirin, ji bo rawestandina çek alîkarîya xwe dîyar kir. Li gor raya me, eger ev pêvajo bi xwe re sekinandina çekan bîne wê gelekî bas be. Divê Hukumet jî ji bo çareserîya bingehîn gavan bavêje rê li ber wê veke. Lê bêguman ne rast e ku ew rewsa heyî, wek çareserîya pirsa Kurd nîsan bidin. Çareserî ancax bi damezrandina dewleteke ku têde gelên Kurd û Tirk bi wekhevî bijîn mumkun e. Berevajîya vê domandina statukoya 95 salî ye, ku gelê Kurd ne mumkune wê qebûl bike.
Demîr li ser hilbijartinên 7ê Hezîranê de jî raya xwe anî ziman. Wî da zanîn ku HAK-PAR wê li 81 bajaran besdarî hilbijartininan be. Derbarî vê yekê de bangek jî kir û got:
‘Em dikarin van hilbijartinan ji bona parastina mafên gelê Kurd bi kar bînin. Em dest bidin hev, daxwazên azadîya gelê me bilind bikin. Hemû partî, kom, platform, kesên rîspî û rêberên qenaetê yên welatparêz em dikarin dest bidin hev, deng û daxwazên xwe bikin yek. Derîyê partîya me ji herkesî re vekirî ye. Werin em HAK-PAR ê bikin platforma kurdên welatparêz. Ji bîr mekin, gava em hêza xwe bikin yek em dikarin dafik û hîleyên ku li pês gelê me tên danîn pûç bikin. Dî vî warî de em ji bo her cureyê hevkarîyê amade ne.
Dengê Kurdistan