Nûçe

HAK-PARê dengê xwe sedî da sed bilind kir

Hilbijartinên 1ê Çirîya Pasîn çêbûn. AK Partiyê dengê xwe 9 puan bilind kir, di sedi da 49 deng stend û êdi dikare hukumetê bi serê xwe çêke. Ango yê ku di vê hilbijartinê da bi serket AK Parti ye.

CHP gor 7ê Heziranê dengê xwe parastin.

Yê ku di vê hilbijartinê da winda kirin MHP û HDP ne.

MHP pistî 7ê Heziranê nexwest bikeve koalîsyonan, pêsniyarên CHP sunda vegerand, dijayetiya HDPê kir û bi vî awayî siyaset kilît kir. Xelkê jî got ez çima dengê xwe bidime MHPê?..

HDP ya ku bi 80 mebûsan ketibû parlamenê, qîmeta wê nezanî. PKK bajarên Kurdan cardin kir nav agir û sewatê, xelk aciz kir, rê li ber siyasetê girt û firsend neda ku HDP tistekî bike. Bona vê gelê Kurd ji PKK-HDPê aciz bû, rûyê xwe jê guhart.

Her usa, gelek kesên ku di hilbijartina 7ê Heziranê da li Rojavayê Tirkîyê dengê xwe dabûn HDPê, da ku ew ji barajê derbaz be, pistî rewsa dawî, ango pistî vê ser û sewatê posman bûn û cardin deng nedanê. Bona vê yekê dengê HDP nêzî 3 puanan daket û bi zehmet baraj derbaz kir.

Bi vî awayî 7 puan ji MHP û HDP derbazî AK Partiyê bû.

Her usa ew partiyên dinê ku di Parlamenê da cî nagrin, di vê hilbijartinê da zêdetir heliyan û ji dengê wan jî qasî 2 puan derbazî AK Partiyê bû.

Dawiya dawî, eger AK Partî, careke din dengê xwe ewqas bilind kir, sedem sasiyên mezin ê MHPê û PKK-HDPê ye.

Her usa, di vê hilbijartinê da partiyek ku bi ser ket, partiya me HAK’PAR e.

Ew partiyên ku di Parlamenê da cî nagrin, dengê wan di vê hilbijartinê da gor 7ê Heziranê gelek kêm bû, bi temamî ji sedi 6 kete sedî 2.

Tenê dengê HAK-PARê kîm nebû, lê sedî sed bilind bû. Dengê me gor 7ê Heziranê ji 58 hezarî giha 110 hezarî u derbaz bû, ango du qat zêde bû.

Bas dihate zanîn ku HAK-PAR nikare ji barajê bilind derbaz be û bikeve Parlamenê. Lê disa jî me denge heyî parast û serda jî 60 hezar dengê teze hat ji bo partiya me.

Yek ji sedemê vî tistî ew e ku, di derheqê PKK-HDPê da hêviya gel sikîya. PKK dest bi ser kir û gel dît ku dengê xwe di avê da çûn. Her usa jî bi deh hezeran welatparêzên Kurd û mirovên demokrat, asitîxwaz dîtin ku tu projeyeke HDPê tune ji bo çareseriya pirsa Kurt, lê ew xelkê me bi gotinên vik û wala dixapîne.

Her usa gelek kesê welatparêz, pêsverû û astîxwaz hehwestê HAK-PARê ya dilsoz û bi prensîp dîtin û pistgiriya me kirin.

Bona vê yekê, yek ji serketiyên vê hilbijartinê HAK-PAR e. HAK-PARê li pês bahoza xurt bas ber xwe da, hêza xwe parast û mezin kir.

Ev ji bo partiya me qonaxeke giranbuha ye. HAK-PARê hîn di hilbijjartinên herêmî yê sala 2014 da dest pê kir, kete riya mezinbûne û pistî du hilbijartinên teze da jî nîsan da ku ew alternatîf e.

HAK-PAR, him wek partiyeke ku çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê, ango federasyonê dixwaze, him jî bo pirsên heyî yên dinê xwedî proje û pêsniyarên bas e, ji bo avakirina civakeke azad, asitîxwaz û demokrat hêvi ye.

EM DI RIYA RAST DA NE, BI PARTIYA XWE BAWER BIN, EMÊ BI SERKEVIN!

Her usa jî, em spas dikin hemû heval hogirên ku di vê encamê da para wan heye û hemû kesên ku dengê xwe dane me.

NECATI BAYRAM
CÎGIRÊ SEROKÊ PARTIYA MAF Û AZADIYAN-HAK-PAR

2ê Çiriya Pasîn, 2015

Dengê Kurdistan

Back to top button