Nûçe

HAK-PARê êrîsên DAÎS’ê Sermezar kir…

HAK-PAR saxa Amed di 08.08.2014 de bi belavokek çapamenî li ber AZC Plazê êrîsên DAÎSê sermezar kir. Di daxuyanîyêda ji tevê Kurdan re hat bangawazî kirin da ku xwedî deskeftîyên Herêma Kurdîstanê derkevin. Her weha ji bo dezgeyên Nawneteweyî re hat bangawazî kirin kul i hember êrîsên DAÎSê pistgirîya Heremê Kurdîstanê bikin. Gelek nûnerên rêxistinên Kurd ji besdarê civîna çapemenîyê bun û pistgirîya xwe dîyar kirin. Metna daxûyanîyê li jêr e;

Em DAIS’ê û êrîsên wî yên hovane sermezar dikin.
Pistevaniya mafê parastina rewa ya gelê Kurdistana Basûr dikin

Wek tê zanîn ev çend rojin, rêxistina hov ya bi navê Dewlata Îslamiya Irak û Sam (DAIS), Sengal û navçeyên vî deverî derdestkir û dest bi tevkujiyê kir. DAIS li himder civaka Êzîdî bi avayek hovîtî komkujiyê dike, kiryarên wahsiyanê didomîne. Bi vê barbariyê hezaran Ezîdî hatin kustin, bi sedan jin hatin revandin. Ji bona êrîsên DAIS’ê sed hezaran însan koçber bûn, birçî û tazî bi mirinê re rûbirû man.
Armanca DAIS û pistgirên wî ewe ku, destxistinên gele Kurd yên Basûrê Kurdistan bê ruxandin. Tê zanîn ku îro, Herêma Kurdistan ya Federe, minakek girînge ji bo maf û azadiyen bingehîn, ji bo demokrasiyê. Heman demê de minake bo tev jiyana pir olîtî û pir neteweyî. Ji sedema van taybetmendiyên Kurdistanê, hêzên pasverû yên herêmê û rejimên zordar yên teoqrat, Herêma Kurdistan ji bo xwe wek tehdîdek dinirxînin. Ji bo vê yekê çeteyên DAIS’ê êrisê ser Kurdistanê dikin.
Tistek balkêse ku ev êrîs li rastê, dema nikasên Serxwebûna Kurdistanê tên. Di rojevek weha da êrîsa DAIS’ê manîdar e. Heman demê de armanca vê êrîsê, berhewakirina çosa gelê Kurd e, sikestina viyana wî ya azadiyê û serxwebûnê ye.
Bi van êrîsan, dijminên Kurdistanê nikarin bigihêjîn armancên xwe yên qirêj. Milletê Kurd di boriya tarixa xwe de, gelek rojên res û tarî derbaskir. Ev roj jî, wê bi rihekî Kurdistanî û bi sêweyêkî lehengî bitekose û li himber çeteyên DAIS’ê serkeve. Bila sika tu kesî tunebe ku ev hewes wê berzikê wan de bimîne.
Ev roj, roja xwedî lêderketina birayên Êzîdî ye.
Ev roj, wateya hemû Kurdên cihanê, xwedî lêderketina destxistinên Kurdistanê ye.
Pistevaniya birayê me yên Basûr û pesmergeyên qehreman ku li himber neyar ser dike, erkek pîroz e.
DAIS rêxistinek barbar û li himber mirovahiyê ye. Divê bi lezgînî ev hovîtî bê sekinandin.
Ji bo ku ev qeda bê def kirin , serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), dezgehên navneteweyî û hemû kesên astîxwaz û azadîxwaz divê hewlbidin û pistgiriya Herêma Kurdistanê bikin.
Divê însanên ku ji komkujiyê direvin û di bin metirsinê de ne bên parastin. Ji bo êzîdiyan û hemû mexdurên din, gavek lez de alikarî û hawarî hewce ye, cîh û berên ewleyî hewce ye.
Heman demê de ji bo kesên ku dixwazin ji Sînorê Xaburê de derbasbin divê Tirkiye rêya wan hêsan bike.
Em carek din wahseta DAIS’ê sermezar dikin û wek Partî diyar dikin ku, bir her awayî amadene bo pistevaniya Herêma Kurdistan û birayên xwe yên di bin gefanda ne. 08.08.2014
Bijî tekosîna Pêsmerge li hember hovîtîya DAIS’ê.
Bijî Kurdîstan.

Partiya Maf û Azadiyan
(HAK_PAR)
Saxa Amedê

Dengê Kurdistan

Back to top button